Duyemîn karwanê ji Başurê Kurdistanê gihişt Rojava

  • 22:11 20 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştgiriya gelê Başurê Kurdistanê ya ji bo Rojava didome. Karwanê duyemîn yê ji Silêmaniyê derket, ji aliyê  gelê Dêrikê ve hat pêşwazîkirin.
 
Duyemîn karwanê gel yê ji bo tevli seferberiya giştî bibe û piştgiriyê bide Rojava ji bajarê Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê bi rê ketin, sînor derbas kirin û gihiştin Rojava.
 
Karwanê gel ji aliyê gelê Dêrikê ve bi dirûşme û stranan hat pêşwazîkirin.