Kurdên li Ewropayê ji bo Rojava daketin qadan
- 23:39 20 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dehan bajarên Ewropayê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan derketin qadan û êrişên HTŞ û komên paramîlîter yên ji Tirkiyeyê piştgiriyê dibînin yên li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.
Êrîşên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên li dijî Rojavayê Kurdistanê ji 6’ê Çile de ye didome. Li gelek welatên Ewropayê, Kurdistanî ji bo piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê, her çar parçeyên Kurdistanê derketin qadan, êrişên çeteyan şermezar kirin û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî rexne kirin.
Hamburg
Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Hamburgê (DKHM), li bajarê Hamburgê ya ALmanyayê bi deh hezaran kesan meşek li dar xistin û êrişên HTŞ û komên paramîlîter yên Tirkiye piştgiriyê didê yên li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.
Aachen
Li bajarê Aachen ê Almanyayê di pêşengiya Komeleya Gelê Kurd de ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê mîtîngek hate lidarxistin. Bi hezaran Kurd û ciwanên Antîfa beşdarî çalakiyê bûn. Di mîtîngê de hate destnîşankirin ku li dijî êrişên HTŞ/DAÎŞ û Tirkiye û emperyalîst, berxwedana Rojavayê Kurdistanê wê bi ser bikeve.
Heilbronn
Li bajarê Heilbronn ê Almanyayê li dijî Hikûmeta Demkî ya Şamê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de hate gotin ku berxwedana Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke birûmet e, û wê her çar parçeyên Kurdistanê azad bike.
Helsinki
Li paytexta Fînlenda Helsînkî, ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Şandeyek ji çalakgeran çû Konseya Ewropayê û derbarê rewşa Rojava de dosyeyek pêşkêş kir.
Den Haag
Li Hollandayê di çarçoveya seferberiya li dijî êriş û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin de, Kurdistanî herikîn kolanan. Bi hezaran Kurdistanî ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan û bi Kurdî û Hollandî dirûşmên “Cîhadîst Jolani ji Kurdistanê bicehime!”, “Yek e! Yek e! Kurdistan yek e!”, “Bijî Berxwedana Rojavayê Kurdistanê” û “Ji Rojavayê Kurdistanê re Azadî” berz kirin.







