Êrişên li ser Rojavayê li Semsûrê hatin şermezarkirin

  • 20:32 20 Çile 2026
  • Rojane
SEMSÛR -  Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Saziyên Demokratîk ên Semsûrê ve hatin protestokirin.
 
Platforma Saziyên Demokratîk ên Semsûrê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve bi daxuyaniyekê protesto kir. Di daxuyaniyê de ku li ber Walîtiya Semsûrê hat dayîn, pankarta bi nivîsa "Li Rojavayê komkujî heye, çete dê winda bikin, gel dê bi ser bikevin" hat vekirin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ö Semsûrê Mehmet Bayir ku daxuyanî da, got: "Divê çeteyên cîhadîst tavilê êrişên xwe yên li Rojavayê rawestînin. Êrişên li ser Rojavayê ne pirsgirêkeke ewlehiyê ne, polîtîkayeke rêxistinkirî ya înkar, hilweşandin û tasfiyeyê ne. Ew jiyana wekhev û komunal a ku di bin pêşengiya jinan de hatiye avakirin hedef digirin."
 
Bayir tekez kir ku îradeya gel tê şikandin û got: "Ew dixwazin pêşeroja Sûriyeyê bixin nav tariyê. Çeteyên cîhadîst ên girêdayî hikûmeta Şamê şer li ser gelê Kurd ferz dikin. Mafê jiyanê yê mirovan, bi taybetî jin û zarokan, ji dest tê girtin. Ew dixwazin bi komkujiyan pêşeroja gelekî li Rojavay tune bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Rojava rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.