Berxwedana Rojava li kolanên Wane belav bû

  • 15:14 20 Çile 2026
  • Rojane
WAN - Li tax û kolanên Wanê meş li dijî êrîşên li ser Rojava pêk tên.
 
Li Wanê, Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Rojava ji bazara sebze meşekê li dar dixe.
 
Piştî bikaranîna gaza rondikrêj û guleyên plastîk ji aliyê polîsan ve li dijî gel, çalakî li kolan û taxan belav bûn.
 
Di berxwedana ku li gelek tax û kolanên Wanê belav bûye de, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" tên qîrkirin.
 
Di vê navberê de, ciwanan li Kolana Cumhuriyetê, ku kolana herî qerebalix a Wanê ye li trafîkê girtin.