Kurdên li Libnanê piştgirî dan seferberiya neteweyî

  • 15:11 20 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran Kurdên li Libnanê dijîn bi armanca piştgiriya Rojava hatin cem hev û daxuyandin ku dê Rojava biparêzin.
 
Kurdên li Libnanê li ser bangawaziya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Paytext Beyrûdê hatin cem hev. Bi hezaran Kurdên ji deverên cuda hatîn peyama piştgiriya Rojava dan. Girseyê sloganên, “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e”, “Rojava rûmeta me ye” û “Bijî Kurdistan” berz kirin û polîtîkayên Tirkiyê yên dijberî gelê Kurd şermezar kirin. Di axaftinên li ser navê girseyê hatin kirin de bang li hemû gelê Kurd hate kirin ku xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkeve.