Li Nisêbînê kolan bi kolan bang tê kirin

  • 13:11 20 Çile 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ji bo meşa ber bi sînor ve kolan bi kolan bang tê kirin.
 
Li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê meş were lidarxistin û civîna heftane ya koma DEM Partiyê were lidarxistin. Beriya meşê, li kolan bi kolan banga tevlibûna meşê tê kirin. welatiyên di destê wan de megafon kolan bi kolan digerin, bang li gel kirin ku biherikin ser xeta sînor û dengê xwe derxînin. 
 
Li hêla din, li navçeyê gelek esnafan dikanên xwe venekirin û li Xaçerêya Demîryoluyê kom dibin.