MSD: Wê têkoşîn dewam bike
- 10:12 20 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hişyarî da ku piştî berdana çeteyên DAÎŞ'ê metirsiya vegera terorîzmê heye.
MSD'ê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, hişyarî da ku kuştina şervanên jin ên dîlgirtî yên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û serbestberdana çeteyên DAIŞ'ê dê terorîzmê vegerîne û ev yek dê bibe xeteriyeke rasterast a li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî.
MSD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro "ne bijarteyeke siyasî ye", lê berpirsiyariyek exlaqî û mirovî ye ji bo pêşîgirtina li vegera terorîzmê, parastina sivîlan û parastina aramiyê.
MSD'ê diyar kir ku paşguhkirina "van xetereyan dê bihêle ku terorîzm careke din li deriyên cîhanê bixe."
Daxuyaniyê wiha domand: "MSD'ê li aliyekî banga diyalog û danûstandinê di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û QSD'ê de dike, lê ew kiryarên hovane yên ku ji hêla hêzên desthilata Şamê ve têne kirin, şermezar dike."
MSD'ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir "Ji ber israra Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li ser çareseriyên leşkerî, MSD diyar dike ku divê berxwedana rewa berdewam bike ji bo parastina azadî û rûmetê û ji bo Sûriyeyek demokratîk, piralî, nenavendî û ewle ji bo hemû welatiyên wê."







