ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2026'AN
- 09:00 20 Çile 2026
- Rojev
* Jinên ku derbarê mîtînga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bê lidarxistin axivîn gotin, "Bicîhanîna mafê hêviyê pêdiviyek lezgîn e ku nayê paşxistin. Li gorî ruhê pêvajoyê, pêdivî ye ku pêşî ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan çarçoveyek qanûnî were avakirin. Divê em ji bîr nekin ku parastina mafê hêviyê parastina aştiyê ye." BI DÎMEN
* Endama Konseya Înîsiyatîfa Demokratîk (DÎK) Hatice Kavran di nirxandina xwe ya li ser HTŞ’ê de diyar kir ku HTŞ dixwaze cudahiyên ku ew wekî gef dibînin ji holê rake û destnîşan kir ku êrîş berdewam dikin û bal kişand ser rola Tirkiyeyê di êrîşan de.
*Aynur Elçîoglu ku di êrîşên DAIŞ’ê de li Kobanî hevjînê wê şehîd bû, diyar kir ku êrîşên li Heleb û Rojava wekî yên 11 sal berê ne û got, "Jin û zarok dîsa tên qirkirin û cîhan dîsa bêdeng e." BI DÎMEN
*Welatiyên ku duh tevlî meşa ji bo Rojava hat lidarxistin bûn, destnîşan kirin ku ew Rojava bi tenê nahêlin û wê heta dawiyê xwedî Rojava derbikevin. Jinan gotin, “Rojava em in, em jî Rojava ne.” BI DÎMEN







