Li Şemzînanê êrîş hat şermezarkirin

  • 16:07 19 Çile 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Şemzînanê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ'ê meşek hat lidarxistin û dû re jî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de piştevaniya berxwedana Rojava hat kirin. 
 
Li Şemzînana Colemêrgê li dijî êrişên li hemberî Rojava meşek hat lidarxistin û dû re jî daxuyanî hat dayîn. Çalakî bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) pêk hat. Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bûn ber bi Cadeya Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana QSD” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hat berzkirin. Di meşê de pankarta “Xwedî derketina li Rojava xwedî derketina li mirovahiyê ye” hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla hevserokê DEM Partiyê ya navçeyê Senar Duyan ve hat xwendin. 
 
Senar Duyan tekez kir ku êrîşên HTŞê rasterast sivîlan hedef digirin û dibin sedema qurbaniyên sivîl, di nav de zarok jî heyî û wiha bi lêv kir: "Armanckirina sîstematîk a deverên niştecihbûnê binpêkirinek bi zanebûn a mafê jiyanê ye û delîlek eşkere ye ku Rojava vediguhere qadeke şer. Rejîma HTŞ'ê-Colanî ku rewatiya xwe ne ji gel lê ji piştgiriya dewletên emperyalîst ên cîhanî û herêmî digire, bi hêz û otorîteya xwe ya leşkerî ya ku ji hêla dewletên emperyalîst ve hatî dayîn, li Sûriyeyê li dijî Elewî, Durzî, Xiristiyan û Kurdan komkujiyan pêk tîne. Rejîma HTŞê ya li Şamê ku nikare komên cîhadîst ên girêdayî xwe jî kontrol bike, xeta siyasî û hesasiyeta mirovî tune ye ku pêşî li êrîş û komkujiyên li dijî nasnameyên etnîkî û olî yên cûda yên li welêt bigire. Êrîşên HTŞ'ê û çeteyên cîhadîst ên girêdayî wê li dijî Rojava, bombebarankirina wargehên sivîlan, koçberkirina bi darê zorê û talankirin li gorî qanûn û peymanên navneteweyî yên ku hemî dewletan girêdidin, sûcên şer in."
 
Parlamenterê DEM Partiyê Vezir Coşkun Parlak jî bal kişand ser êrişan û got: "Em van polîtîkayên Tirkiyeyê şermezar dikin. Ew hewl didin pêvajoya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin sabote bikin. Berxwedana li Kobanî îro jî bi heman awayî berdewam dike. Em van êrîşan şermezar dikin. Em neviyên Şêx Saîd û Seyîd Riza ne. Li her çar perçeyên Kurdistanê şer hatiye ragihandin. Vê yekê qet ji bîr nekin; me bi dijwarî şer kir, bila kes vê yekê ji bîr neke. AKP piştgiriyê dide van çeteyan."