Hikûmeta demkî hewl didin Kobanê dorpêç bikin
- 16:38 19 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên hikumeta demkî hewl didin bajarê Kobanê dorpêç bikin, di van kêliyan de pevçûnên dijwar li derdora bajarê Eyn Îsayê rû didin. Şervanên QSD´ê û YPJ´ê bersivê tund didin.
Nûçegihanên Ajansa ANHA'yê yên Kobanê daxuyand ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hewl didin bajarê Kobanê yê kantona Firatê dorpêç bikin û êriş dikin. Niha li rojavayê bajarê Eyn Îsayê bi çekên giran û sivik pevçûnên dijwar diqewimin.
Şervanên QSD û YPJ´ê bersiva van êrişan didin, da ku çeteyên ber bi Kobanê ve bi pêş nekevin û dorpêçê ferz nekin.
Çavkaniyên meydanî da zanîn ku di encama pevçûnan de ji her du aliyan de qurbanî çêbûn, li eniyên şer rewşeke awarte ya dijwar heye.







