Êrîşên li Rojava li gelek bajarên Ewropayê hatin protestokirin

  • 20:41 18 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî banga KCK’ê ya parastin û xwedîderketina Şoreşa Rojava, Kurdistaniyên li Ewropayê seferberiya çalakiyê dan destpêkirin.
 
Kurdistaniyên ku li gelek banliyoyên paytexta Fransa Parîsê daketin qadan, êrîşên HTŞ’ê û komên wekî wî yên li ser Rojava protesto kirin û peyamê berxwedanê dan. Girse saet di 14:00’an de li pêşiya stasyona trenê li hev civiyan. Di çalakiyê de dirûşmeyên piştevaniyê ya bi Rojava re hate berzkirin. Girseyê mafê xwe yê bêîteatiya sivîl bikaranîn û xaçerêyên stratejîk li trafîkê girtin. Kesên li derdor jî piştgirî dan meşê. Meş heta Navenda Civaka Demokratîk a Villiers-le-Bel dewam kir.
 
Di dawiya meşê de Endamê Dîwanê yê KCDK’ê Murat Ceylan mafê axaftinê girt û bal kişand ser çarçove û armanca êrîşan. Murat Ceylan destnîşan kir ku ev pêngava li dijî Rojava ne tenê bi armanca bidestxsitina xak, konsepta tasfiyeyê ku rasterast hebûna gelê Kurd hedef digre ye.Murat Ceylan bi berdewamî wiha got: “Ji îro û pêve ji bo me şev û roj nîne. Gelê Kurd divê xwe bi rihê şervanên bi rûmet bipêçe û her kêliyê li ber xwe bide. Parastina Rojava, parastina rûmeta me ye.”
 
Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Villiers-le-Bel Îsmaîl Kanîreş bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin kir ku hişyar bin. Kanîreş diyar kir ku divê heta ku êrîş rawestin û Rojava bi ewle ibe, divê her dem ji bo daketina kolanan amade bin û bilêv kir ku hêza rêxistinkirî ya gel wê van êrîşan bişkîne.
 
Çalakî bi dirûşmeyên  "Bijî Berxwedana Rojava" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.
 
Duîsburg
 
Li Duisburgê ji aliyê Aso Herne Kurdisch, GFA-Herne Verein, Xwendevanên Kurd Bochum, Die Linke, KHGA Duisburg-Essen û Jusos Ruhr ve, li dijî êrîşan mitîng hate lidarxistin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê û Meclîsa Jinan a Asya Yuksel piştgirî dan mitîngê.
 
Mîtîng bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û piştgirên wan pêk hat. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku li Rojava û Rojhilat êrîşên li ser sivîlan bi zanebûn hatine zêdekirin û bi taybetî jin, zarok û kal û pîr tên hedefgirtin. Hate diyarkirin ku ev êrîş sûcekî şer in.
 
Di daxuyaniyan de hate bibîrxistin ku di êrîşên komên çekdar ên ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dike de, yên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê pêk hatin, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane; hat diyarkirin ku ev êrîş pergala xweser û demokratîk a li Rojava hedef digirin. Hat gotin ku li Rojhilatê Kurdistanê jî Îran bi rêya zext, girtin û operasyonên leşkerî hewl dide gelê Kurd bifetisîne û bê bandor bike.
 
Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê ku di mîtîngê de axivî, diyar kir ku êrîşên li ser Rojava li dijî nirxên mirovahiyê têne kirin û gelê Kurd berxwedaneke dîrokî nîşan dide.
 
Mîtînga ku nêzî du demjimêran dom kir de, dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî QSD” û “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” hatin berzkirin. Mîtînga ku kêliyên hestiyar lê hatin jiyîn, bi peyamên yekîtî û piştgiriyê bi dawî bû.
 
Karlsruhe
 
Li bajarê Karlsruhe ya Almanyayê, êrîşên komên çekdar ên ser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser Rojava, bi mîtîng û meşekê hatin protestokirin.
 
Çalakî ji aliyê Intervenistische Linke, Kurdische Studenten Karlsruhe û Navenda Civaka Kurd a Karlsruhe ve hate organîzekirin û bi sedan Kurdistanî ligel rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Alman û piştgiran beşdarî çalakiyê bûn. Meşa ku li navenda bajêr hate lidarxistin, li ser xeta Marktplatz û Europaplatzê pêk hat. Di axaftinên hatin kirin de hate destnîşankirin ku gelê Kurd û dostên wan heta niha Rojava tenê nehiştine û ji niha û pê ve jî wê tenê nehêlin.