Li kantona Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê hat ragîhandin

  • 18:33 18 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê li bajar û bajarokên kantonê ragihand.
 
Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armnaca parastina ewlehî û aramiyê, îro qedexeya giştî li tevahî bajar û bajarokên kantonê ragihand.
 
Desteyê da zanîn ku qedexe ji saet 07.00an êvarê heta bi saet 07.00an sibehê ye, tenê çûn û hatin ji hêzên leşkerî û ewlehî re rawa ye. Desteyê bang li şêniyan kir ku pabendî talîmatên derketine bin û niha jî ev biryar heta demeke nediyar dikeve pratîkê.