Xwepêşandanên li Îranê didomin
- 12:06 18 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 22'yemîn de bê navber dewam dikin. Tê gotin nêzî 3 hezar 120 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 2 hezar xwepêşander jî birîndar bûne.
Ji 28'ê Kanûna 2025'an ve li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan dest pê kirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA'yê, di nava 22 rojan de 24 hezar û 622 xwepêşander hatine binçavkirin.
Her wiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 3 hezar û 120 xwepêşander hatine kuştin. Tê gotin ji vê hejmarê 22 kes di bin temenê 18 salî de ne. Her wiha tê gotin heya niha nêzî 3 hezar xwepêşander jî birîndar bûne.
Her wiha medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenên 132 xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin ku xwepêşandanan wekî serhildan bi nav kirine. Binçavkirin û girtinên rejîmê tenê bi xwepêşandan û kolanan ve sînordar nemane, bi dehan kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hîn jî înternet û xetên peywendiyan têne qutkirin. Tevî vê jî hêzên rejîmê diavêje ser malên ku xwedî xetên peywendiyan in.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelek hêzên leşkerî hatine bicihkirin û 24 saetan li cade û kolanan çavdêriyê li ser gel dikin. Di dema xwepêşandanan de çekên cûda û bombeyên gazê bi kar tînin. Her wiha ji bo diyarkirina mal û dikanên xwepêşanderan boyaxek taybet bikar tînin û diyar dikin.
Li aliyê din Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî bi rêya medyaya dewletê li xwe mikûr hat ku xwepêşander kuştine û wan wek “têkder û alîgirên biyanî” bi nav kirin.
Di heman demê de Dozgerê Giştî yê Tehranê jî wan tometên li ser betalkirina darvekirina xwepêşanderan red kir û got ku wê bersiva dadwer zû û zelal bide û gelek dosye ji bo dadgehê hatine şandin.







