Li Amedê xebatên mîtînga ‘hêvî û azadiyê’ didomin

  • 21:32 16 Çile 2026
  • Rojane
AMED- Ji bo mîtînga ‘hêvî û azadiyê’ ya ku wê 25’ê Çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê ji aliyê DEM Partî, DBP, TJA û şaredariyan ve xebat didomin. Li navçeyên Amedê esnaf hatin ziyarekirin û belavok hatin belavkirin.
 
Li navçeyên Amedê ji bo mîtînga ‘hêvî û azadiyê’ ya ku wê 25’ê Çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bêxebat didomin.
 
Li navçeya Peyas a Amedê serdana esnafan hat kirin. Ji aliyê rêxistina DEM Partî ya Peyasê, Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Demokrtîk a Herêman (DBP) û şaredariyan ve serdan hatin kirin û ji Bulvara Mezopotamyayê heta otogarê berdewam kir.
 
Di serdanê de nêrînên esnafan yek bi yek hat girtin û balkişandin ser girîngiya mîtîngê û di belavokan de naveroka mîtîngê hat vegotin.