Îlham Ehmed: Sûriyeyê berbi şerê naxweyî dibin
- 21:25 15 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, destnîşan kir ku êrişên leşkerî yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê metirsiya şerê navxweyî zêde dike. Îlham Ehmed bal kişand ku hikûmeta demakî rastiyan berevajî dike û li pêşiya pêkanîna Peymana 10’ê Adarê astengiyan derdixîne.
Îhlam Ehmed tevlî civîna çapemeniyê ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî û Rêxistina Medya û Perwerdehiyê ya Target ve bi rêya Zoomê hatiye organîzekirin bu. Di civîna hejmarek rojnamevan û saziyên ragihandinê tevlî bûn de, Îlham Ehmed li ser geşedanên Suriyeyê, bi taybetî êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê, her wiha êrişên li ser Dêr Hafer û derdora Bendava Tişrînê, bersiva pirsan da.
Îlham Ehmed da zanîn ku gelek aliyên ku di nava wan de komên biyanî yên di nav ‘Qaşo artêşa Sûriyeyê’ de cih digirin tevlî êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye bûne û wiha got: “Hejmara qurbaniyan ji ya ku hatiye ragihandin pir zêdetir e, lê hin nehatiye zelalkirin. Rê bidin rêxistinên mafên mirovan ên serbixwe û mirovî da ku lêkolîna sûcan bikin.”
‘Hikûmeta demkî pêşiya peymanê asteng dike’
Îlham Ehmed anî ziman hemû rastî îspat dikin ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ne amade ye ku peymanên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatine îmzekirin bicîh bîne. Îlham Ehmed bang li hikûmetê kir ku qebûl bike ew li pêşiya pêkanîna peymanan, bi taybetî li pêşiya peymana 10’ê Adarê ya ku Rêveberiya Xweser pabendbûna xwe ji bo pêkanîna wê û diyalogê nîşan daye, astengiyan derdixîne.
Îlham Ehmed wiha dirêjî dayê:“Hikûmeta demkî bi tawanbarkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku êrîşa taxan kiriye, raya giştî dixapîne. Bi van hewldanên bi zanebûn wê metirsiya pevçûnên navbera Kurd û Ereban de çêbibe. Em bang li hemû kesî dikin ku ji gotinên mezhebî dûr bisekinin û pêşî li ber pevçûna navxweyî bigirin.”
‘Hewldanên me hene’
Îlham Ehmed bi lêv kir ku dijî êrişên li ser QSD’ê di qada navnetewî de nerazîbunek mezin heye û got: “Der barê êrişan û zêdekirina hêzên leşkerî yên li Dêr Hafirê de, em bi hêzên navneteweyî re di nava danustendinan de ne. Îlham Ehmed hişyarî kir ku zêdebûna liv û tevgerê leşkerî ya dawî metirsiya şerê navxweyî yê Sûriyeyê derdixîne, nemaze hikûmeta demkî hêzek zêde li Dêr Hafir û Meskeneyê bicih kirine.”
‘Şara li dijî Kurdan şer îlan kiriye’
Îlhan Ehmed wiha berdewam kir: “ Şara rastiya berevajî dike û bi vî rengî li dijî Kurdan şer radigihîne. îdîayên hikûmeta demkî û Enqereyên ku dibêjin di navbera Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Îranê de hevrêzî heye, ne rastin. Ev îdîa ji bo zêdekirina aloziyê têne bikaranîn. Hevkariya wan a bi Amerîkayê ya li ser hîmê têkoşîna dijî DAIŞ’ê didome. Têkildarî rewşa dawî de jî pêwendiya wan berdewam dike.”
Îhlam Ehmed, careke din bal kişand ku Rêveberiya Xweser ji bo avakirina Suriyeye demokratîk û wehkeviyê de helwesta xwe didomîne. Îlham Ehmed anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina şer di nava hewldanan deye û got; “Di vê çarçoveyê de pêwendiya me bi Tirkiye û koalisyona navnetewî re heye, lê Şam bersivê nade.”







