Parasvanên Şêxmeqsud êrişa çeteyan têk bir

  • 16:43 9 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destek dide wan, careke din êrişî taxa Şêxmeqsud kir. Lê hêzên ewlekariyê bersiva tund da û êriş têk bir.
 
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, komên çeteyan îro (9 Çile) saet 13.30’an de 2 caran hewl dan bi piştgiriya tangan û çekên giran ji aliyê Çerxerêya Zeytûnê ve bikevin taxa Şêxmeqsud. Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxê bersiv da û pevçun derket. 
 
Di encama pevçûnan de çeteyan derbeyên giran xwarin û êriş hat şikandin, komên çeteyan qedemeyekê paşve vekişiyan.
 
Li hemberî taxê êrîşa bi çekên giran didome.