Parasvanên Şêxmeqsud êrişa çeteyan têk bir 2026-01-09 16:43:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destek dide wan, careke din êrişî taxa Şêxmeqsud kir. Lê hêzên ewlekariyê bersiva tund da û êriş têk bir.   Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, komên çeteyan îro (9 Çile) saet 13.30’an de 2 caran hewl dan bi piştgiriya tangan û çekên giran ji aliyê Çerxerêya Zeytûnê ve bikevin taxa Şêxmeqsud. Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxê bersiv da û pevçun derket.    Di encama pevçûnan de çeteyan derbeyên giran xwarin û êriş hat şikandin, komên çeteyan qedemeyekê paşve vekişiyan.   Li hemberî taxê êrîşa bi çekên giran didome.