Li Dêr Hafir 3 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin

  • 22:00 10 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa komên girêdayê hikûmeta demkî ya Şamê ya li bajaroka Dêr Hafir li rojhilatê Helebê 4 kes ku ji wan 3 heb zarok bûn hatin qetilkirin.
 
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) komên hikûmeta demkî Şamê bi dronên xwekuj êrîşî avahiya Berîdê ya Dêr Hafir kirin û li wir tenê zirarên madî çêbûn.
 
Her wiha, bi dîmenan hate belgekirin ku çeteyên hikûmeta Şamê malên sivîlan li bajarokê Dêr Hafir topbaran kirin. Di êrîşê de 3 heb jê zarok 4 kes hatin qetilkirin. Fatîma el-Ehmed (11 salî), Hemîda Hîlal (13 salî), Geram Tariq el-Hemed (13 salî), Ebdul Latîf el-Şêx Husên (65 salî) di jiyana xwe ji dest dan.