Kobanê li ser piyan e: Em li gel Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne
- 14:10 7 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê ji bo piştevaniya bi berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re daketin qadan.
Komên çete yên HTŞ’ê ji 6’ê Çile ve bi rengekî dijwar êrîşî taxên Şêxmeqsûd, Eşreftiyê û Benî Zêd yên Helebê dikin. Di encama topbaranê de heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 birîndar jî hene.
Ev êrîşên ku ev demeke xwe dubare dikin û bi taybet ya vê dawî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêrseke mezin avakir. Ji bo vê jî îroj bi sedan gelê bajarê Kobanê yê kantona Firatê meşiyan û piştgiriya xwe nîşan dan.
Gel li qada Jina Azad kombûn ku bi hilgirtina wêneyên zarokên ku di êrîşan de hatin qetilkirin û pankarta bi nivîsa “Em dorpêç û êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar û lanet dikin” dest bi meşa xwe kirin. Gel di meşê de bê navber siloganên piştevaniya bi herdu taxan re berzkirin û hêrsa xwe anîn ziman.
Piştî ku meş gihîşt qada Aştiyê, ji bo bîranîna lehengan gel deqeyek rêzgirtin rawestiya. Paşê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce peyama gelê Kobanê anî ziman. Ehmed Xoce ku da zanîn ev êrîş pilana dewleta tirk e, teqez kir ku wê berxwedana gelê Helebê biserkeve.
Meş bi silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.







