Li Rihayê nebza kolanê: Her diçe xera dibe!
- 09:06 5 Çile 2026
- Ked/Aborî
Gulistan Gulmuş-Evîn Çîftçî
RIHA - Jinan der barê krîza aborî de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku rewş her diçe xera dibe û gotin: “Mûçeyê asgarî pir komîk e. Divê di gelek qadan de başiyek bê kirin.”
Piştî hevdîtinên butçeya 2026’an şûnde mûçeyê asgarî hat aşkerakirin û çareseriya xizaniya zêde dibe, fatureya krîzê dîsa li gel hat birîn. Di şertên ku ku sînorê birçîbûnê gihiştiye 40 hezarî de krîza aborî her diçe giran dibe. Yên ku herî zêde ji krîzê bandor dibin jî jin û ciwan in.
Jinên Rihayê der barê mûçeyê asgarî û pirsgirêkên aborî yên dijîn de axivîn.
‘Rewş nebaş e, her diçe xerabtir dibe’
Xwendekara pola dawî ya lîseyê Medîne Guldemîr da zanîn ku bi mûçeyê asgarî xwendin zehmet e û ev tişt vegot: “Ez xwendekara pola dawî me. Ji bo ezmûnan xwe amade dikim. Krîz bandorek mezin li ser xwendekaran dike. Bihayê dersxaneyan, pirtûkan, veguhestinê zehmet in. Pergala perwerdeyê têk çûye. Xistina welatekî ji perwerdeyê destpê bike. Niha perwerde têk çûye. Asgarî tê wateya ya herî kêm. Lê mirov li vir bi mûçeyê asgarî dijîn. Em 6 xwişk û bira ne. Bi mûçeyê asgarî xwendekarek nikare bixwîne. Hedefa min mamostetî ye lê pêşiya mamostetiyê jî girtiye. Ji ber vê min dest jê berda. Rewş her diçe xera dibe.”
‘Em bi mûçeyê asgarî nikarin debarê bikin’
Jina ku nexwest navê xwe bide wiha anî ziman: “Her tişt biha ye. Tiştek nayê girtin. Bi mûçeyê asgarî debar nabe. Biha pir bilind in. Em diçin bazarê tiştekî nikarin bigirin. Em tenê sebze digirin.”
‘Krîza aborî tundiya nav malbatê jî zêde dike’
Zehra Yildiz bi lêv kir ku bi zema hatiye mûçeyê asgarî jî debar nabe û wiha bi lêv kir: “Ez di kirê de me. Zema mûçeyê asgarî tiştekî naguhere. Her tişt biha ye. Li bazaran tiştekî erzan tune ye. Ez nû zewicîme. Hîna zarokên me tune ne lê debar pir zehmet e. Em her diçe xizantir dibin. Kirêya herî erzan ji 20-25 hezarî dest pê dike. Krîza aborî tundiya nav malê jî zêde dike.”
‘Gelek mirov nikarin tiştekî bigirin’
Zubeyde Çelîk balkişand ser bihabûna jiyanê û wiha domand: “Jiyan pir biha ye, em nikarin tiştekî bikin. Hevjînê min rehmet kir. Min 6 zarokên xwe tenê mezin kir. Sê zarokên min betal in. Em diçin bazarê em tiştekî digirin a din nikarin bigirin. Baş e ku em dikarin bigirin lê yên nikarin bigirin hene.”
‘Divê rêveberî biguhere’
Îpek Armagan jî ev nirxandin kir: “Rewş qet nebaş e. Divê ev rêveberî biguhere. Ez her tiştî yek parçe digirim. Malbatên mezin rewşa wan hîn zehmetir e. Ji ber birçîbûnê pevçûn çêdibin. Jin dibin qurban. Li welatekî ji bo tiştek biguhere divê rêveberiya welat ciwan, dînamîk be.”
‘Em nikarin hewcedariyên xwe bigirin’
Seray Genîk jî ev tişt got: “Mûçeyê asgarî kêm e. Şert zehmet in. Em bi mûçeyê asgarî hem kirê didin hem lêçûna malê didin. Ligel vê fature û zarok hene. Bifikirin. Yanî bi yek gotinê rewş pir zehmet e.”
Fatma Kaya jî balkişand ser zemên tên kirin û wiha bidawî kir: “Ez diçim bazarê tiştên erzan digirim. Ne ya baş ya herî xerab digirim. Pereyekî baş bihata dayîn min ê ya herî baş bigirta. Her tişt biha bûye. Em nikarin du kîlo fêkî bigirin.”







