ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 16 Kanûn 2025
- Rojev
* Keça Taybet Înan a ku di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê de hat kuştin Halîme Akin diyar kir ku "Tevî hemû vê demê jî, em hîn jî li pişt têkoşîna diya xwe ne. Em ê dev ji têkoşînê bernedin" BI DÎMEN
* Bariş Bilgen diyar kir ku ew wekî Ciwantiya SOLDEP'ê hewl didin aştiyê civakî bikin û got:" Divê dewlet pêvajoya aştiyê bi zelalî bide meşandin." BI DÎMEN
*Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan (10-17'ê Kanûnê) de axivî û bal kişand ser vê rastiyê ku sîstema qeyûman, binçavkirin û girtin û zextên li ser çapemeniyê di navbera salên 2024-2025'an de jî berdewam dikin û destnîşan kir ku divê pêvajoya aştiyê bi awayekî civakî bibe ku binpêkirinên mafên mirovan ji holê rake. BI DÎMEN
* Heşt sal piştî êrîşa li ser Goristana Xerzanê, gelek ji wan cenazeyan hîn nedane malbatên wan. Dayikên Aştiyê derbarê êrîşê de gotin, "Çi dikin bila bikin, dilê me bi wan re ye û li Xerzanê lêdide." BI DÎMEN







