Li dijî tundî û bêcezahiştinê jin îradeya aştiyê mezin dikin

  • 09:07 12 Kanûn 2025
  • Rojane
Rabîa Onver
 
AMED - ÎHD’ê balkişand ser zextên dewletê, polîtîkayên bêcezahiştinê, binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û cînayetên jinan yên li Amedê zêde bûne û Hefteya Mafê Mirovan jî weke hefteya hesabpirsînê pêşwazî dike. Ji Rêveberên şaxa ÎHD’a Amedê Esra Saçaklilar got ew bernameyên ku hefteya mafê mirovan de dikin diyariyê aştiyê dikin.
 
Hefteya Mafê Mirovan di demeke ku li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan pir zêde tên jiyîn de tê pêşwazîkirin. Ji girtîgehan heta kolanan, ji xeta sînor heta qadên bajaran zext, tundî dijhiqûqî zêde bûye.  Rêxistinên maf, balê dikşînin ser windabûn, qirkirina jinan, îşkence, astengkirina fikr û ramanê û diyar dikin ku dewlet berpirsiyariya xwe nayne cih.
 
Ji rêveberiya Şaxa Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Esra Saçaklilar der barê Hefteya Mafê Mirovan de axivî.
 
Polîtîka bêcezahiştinê zêde bûye
 
Esra Saçaklilar da zanîn ku sedema krîza ku di salên dawî de giran bûye qelsiya kontrola darazê û qelsbûna serbixwebûna wê ye û got: “Polîtîkayên ewlehiyê zêde  bûne, polîtîkayên bêcezahiştinê zêde bûne.  Azadiya fikr û ramanê hatiye tengkirin, mafê rêxistinbûn û civînan bi sîstematîk tên qedexekirin. Ev jî mixabin rê li ber binpêkirina maf vedike. Em wek Komeleya Mafê Mirovan dikarin bêjin ku ligel zextên hêzên ewlehiyê îşkence û pêkanînên nebaş, azadiya fikr û ramanê jî tê sînorkirin. Ev pêkanîn zêde bûne. Ji ber vê jî binpêkirina mafan veguheriye xelekekê. Ji bo pêşî li vê zêdebûnê bê girtin hinek xebat tên meşandin.”
 
‘Rêjeya li girtîgehan di ser kapasîteyê de ye’
 
Esra Saçaklilar bi lêv kir ku di navbera 2024-2025’an de binçavirinên kêfî pir zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên bêcezahiştinê yên bi binçavkirinên kêfî re ava bûne,  bêyî bikeve bi kontrola hiqûqî veguheriye pirsgirêkek pergalê. Girtiyên nexweş nayên tahliyekirin. Girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê. Her wiha rêjeya li girtîgehan di ser kapasîteyê de ye. Ji ber vê jî şert û mercên girtîgehan her diçin xera dibin.”
 
‘Mirinên biguman ên jinan zêde bûne’
 
Esra Saçaklilar balkişand ser binpêkirinên mafan ên tên jiyîn û got yek ji van binpêkirinan jî li hember rojnamegeran e û sînorkirina azadiya fikr û ramanê ye. Esra Saçaklilar wiha dirêjî dayê: “Rojnameger ji ber parvekirinên xwe tên binçavkirin û girtin. Ji bilî vê qada azadiya fikr û ramanê tê tengkirin.  Ev rewş zêde dibin. Dîsa cînayet, qetilkirin, mirinên biguman ên jinan pir zêde bûne. Tundiya mêr zêde bûye. Feshkirina Peymana Stenbolê, pêknehatina qanûna 6284 jî van pêkanînan zêde dike. Hemû bernameyênme yên Hefteya Mafê Mirovan aştî ye. Em dibêjin ku ji bo çareseriyê heta ku aştî tune be, ev pirsgirêk jî nikarin bên çarserkirin. Qelsiya serbixwebûna darazê jî astengiyan ji me re derdixe.”
 
‘Li Amedê rêxistinbûnek cidî heye’
 
Esra Saçaklilar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di demên dawî de bi taybet di alî rêxistibûnên jinan de  rêxistibûnên civakî û jinan bi israr û îradeyek mezin didomin. Li Amedê rêxistinbûneke tora tundiyê ya cidî heye.  Ji ber hişmendiya civakî û têkoşînê di navbera civak û saziyên sivîl de têkiliyek ava bûye. Ev têkiliyek xurt e.”