ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 12 Kanûn 2025
- Rojane
*Ji Partiya Çep a Almamyayê Desîree Becker balkişand ser sedemên ku neavakirina civaka demokratîk a çepan û wiha got: “Ji ber sosyalîzm mantiqa navendî netew dewletê û hiyerarşîk esas digire, karekterê xwe yê veguhezkar û demokratîk winda dike. Di sedsala 21’ê de sosyalîzm wê ji jêr ve bê avakirin.”
*Endama Eko-Der Ayşe Ergun diyar kir ku qanûna avhewayê ne xwezayê sermayeyê diparêze û wiha got: “Heta polîtîkayên hiyerarşîk yên li ser xwezayê ranebin, pêvajoyê aştiyê wê negihêje serkeftinê. Li cihê xweza ne azad be, wateya azadiya mirovan jî tuneye. Ger em behsa aştiyekê bikin ev ji azadbûna weza Kurdistanê derbas dibe.” DÎMEN HEYE
*Xwişka Rûşen û Atakan Mahîr yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hatîce Çoban balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Em surgun bûn, me şehîd dan. Em aştiyê dixwazin. Bi salan e em ji bo aştiyê bedelên giran didin.” DÎMEN HEYE
* ÎHD’ê balkişand ser zextên dewletê, polîtîkayên bêcezahiştinê, binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û cînayetên jinan yên li Amedê zêde bûne û Hefteya Mafê Mirovan jî weke hefteya hesabpirsînê pêşwazî dike. Ji Rêveberên şaxa ÎHD’a Amedê Esra Saçaklilar got ew bernameyên ku hefteya mafê mirovan de dikin diyariyê aştiyê dikin. DÎMEN HEYE







