Ji bo cezayê girtîgehê bangî Negîn Amînzade kirin

  • 13:51 4 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvebera Dibistana Fîlman a Kar-Name ya Şîrazê û Derhêner Negîn Amînzade, ji bo kişandina cezayê girtîgehê, ji aliyê Buroya Înfazê ya hejmar 1 ya Dadgeha Şoreşa Şîrazê ve bangî wê kirin.
 
Endama Komeleya Kurtefîlman a Îranê (ISFA), amadekara Fîlman Negîn Amînzade ku li Şîrazê dijî, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ji bo 2 sal cezayê girtîgehê yê ji aliyê Dadageha Temyîzê ya Eyaleta Fars ve hat dayîn bikşîne, ji Buroya Înfazê ya hejmar 1 ya Dadgeha Şoreşa Şîrazê bangî wê kirine.
 
‘Cezayê ku 5 salan hatiye taloqkirin çawa dibe ku veguhere înfazê?’
 
Negîn Amînzade li ser hesabê xwe yê Instagramê, wêneyê kaxeza celbê parve kir û ev tişt nivîsî:
 
“10 roj dema min heye ango heta roja rojbûna min. Cezayê ku 5 salan hatiye taloqkirin çawa dibe ku veguhere înfazê? An weke her carê şaşiya nivîsê ye? Di heman demê de sûcê ku min berê jê beraet kiriye çawa dîsa hat? Ji kerema xwe re min jî agahdar bikin?”
 
Li gorî vê celba ku 11’ê Mijdarê hat amadekirin û jê re hat şandin divê di nava 10 rojan de radestî Buroya Înfazê ya hejmar 1 a Dadgeha Şoreşa Şîrazê bibe.
 
Negîn Amînzade di 10’ê Hezîranê de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, di pêla binçavkirinan de, hêzên îstîxabaratê bi ser mala wê de girtin û ew birin navenda binçavkirinê ya hejmar 100 Palque ya Şîrazê. Piştî çend rojan bi kefaletê hatibû berdan.
 
Ji ber gelek tiştan ceza lê hat birîn
 
Negîn Amînzade di 11’ê Tebaxa 2025’an de ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşa Şîrazê ve ji ber sûçê ‘di medyaya dîjîtal de heqareta li dijî Hanamey’ 2 sal cezayê girtîgehê yê hat taloqkirin, 2 sal qedexeya derketina derveyî welat, 2 sal qedexeya bikaranîna medya dîjîtal lê hat birîn. Ev biryar di serê meha Cotmehê de ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Farsê ve hatibû erêkirin.
 
Di biryarê de ji ber storya di Instagramê de ku dihat îdiakirin ‘heqareta li Hamaney’, cezayê 2 sal gitîgehê, (5 salan taloqkirî), her meh li Miduriyeta Îstîxbaratê avêtina îmze, qedexeya derketina derveyî welat, betalkirina pasaportê hat dayîn.
 
Negîn Amînzade amadekara fîlman û avahîsaz e li Şîrazê dijî. Rêveberiya Navenda Perwerdeyê ya Kar-Name ya bajar e. Berê jî di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li cihê kar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.