ÎSÎG: 216 karkeran li ser kar jiyana xwe ji dest dan
- 12:30 4 Kanûn 2025
- Rojane
STENBOL - ÎSÎG’ê di rapora xwe ya meha Mijdarê de ragihand ku 216 karkeran li ser kar jiyana xwe ji dest dane.
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya “cînayetên kar” a meha Mijdarê aşkera kir. ÎSÎG’ê, da zanîn ku di meha Mijdarê de 216 karkeran li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî hate gotin ku ji van karkeran 197 jê mêr, 19 jin û 13 jî zarok in. Hat gotin ku ji van karkeran 12 jê penaber in.
Ji cînayetên kar ji sedî 71 jê di karê înşaetê de, ji sedî 34 di karê çandinî-daristanê de, ji sedî 31 di karê veguhestinê de, ji sedî 14 jê di karê buro-bazirganiyê de û ji sedî 12 jî di karê madenvaniyê de çêbûn.







