ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
- 09:00 27 Mijdar 2025
- Rojev
* Jin herî zêde bi pirsgirêka tundiya psîkolojîk serî li Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê didin û di rêza duyemîn de jî tundiya aborî heye. BI DÎMEN
* Hevseroka Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul diyar kir ku zarok di bin şert û mercên bê ewle de perwerdehiyê dibînin û got: “Têkoşîna me ya ji bo perwerdehiyeke demokratîk, laîk, bê pere û bi zimanê dayikê wê her tim bidome.” BI DÎMEN
*Endama TEV ÇAND’ê Têkoşîn Cudî got: “Avazên Çiya dengê xwe ji 2006’an bigire jî koka wê dispêre avabûna PKK’ê. Hûner bû alaveke têkoşînê ya xurt a bi qasî çekê.” DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta TJA'yê Bahar Peker, li ser xebatên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê de hatine kirin axivî û got, "Asta hêzê ya ku me bi hatina cem jinan, danîna têkiliya bi wan re bi dest xist jî pir bilind bû. Armanca me ya bingehîn ew e ku em bibêjin sedsala 21'ê dê sedsala jinan be, serdema ronesansê be. Di heman demê de, divê em rêxistina xwe berfireh bikin." DÎMEN HEYE
*Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê, Ceylan Akça Cupolo civîna komîteyê ya li ser Îmraliyê nirxand û got, "Bangên ji bo aştî û civakeke demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû beşên civakê jî balkêş in. Ji ber vê yekê, divê her kes vê bangê qebûl bike."DÎMEN HEYE







