Şaredariya Peyasê wê darên berûyan biçînin

  • 08:38 27 Mijdar 2025
  • Ekolojî
AMED - Şaredariya Peyasê bi xebatên xwe yên ekolojîk careke din gaveke girîng avête. Bi pêşengiya Alîkara Hevserokan Gulîstan Nazlier, endamên Komîsyona Ekolojiyê, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên Gerînendetiya Park û Baxçeyan, 4 hezar berû ji herêma Çemê Reş a di nav sînorên navçeya Xana Axpar de hatin berhevkirin.
 
Ev berûyên berhevkirî wê li gund û taxên di nav sînorê navçeya Peyasê de bên çandin. Armanc ew e ku darên berûyê yên ji avbariya xwezayî sûdê werdigirin û hewceyê lênêrîna taybet nînin, tevna şînahiyê ya herêmê xurt bikin û ekosîstema xwezayî dewlemendtir bikin.
 
Komîsyona Ekolojiyê diyar kirû got: “Em ê bi biryarî xebatên xwe yên ji bo şînkirina bajarê xwe bidomînin, da ku hem gelê me, hem jî hemû zindiyên di xwezayê de ji van hewldanan sûdê bigirin û em beşdarî çerxa xwezayî bibin.”
 
Şaredariya Peyasê berê jî bi gelek xebat, çalakî û projeyên mîna çandina daran, şitilçandina daristanan û nûjenkirina çerxa ekolojîk, bal kişandibû ser xwe û bûbû mînak.