Li Sûrê meşa bi meşaleyî

  • 19:07 24 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED – TJA, bi minasebeta 25’ê Mijdarê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” meşa bi meşaleyî li dar xist.  
 
Çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de tên lidarxistin didomin. Li taxa Îskenderpaşa a Sûra Amedê bi heman minasebetê ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) ve meşeke bi meşaleyî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat lidarxistin. Meş heta li ber postexaneya mezin berdewam kir.
 
Di meşê de hat diyar kirin ku dê ji bo jin û zarokên ku hatine qetilkirin li qadan bin. Her wiha di meşê de bang li jinan hat kirin ku sibê tevlî meşê bibin.
 
Meş bi çepikan bi dawî bû.