Dozeke din li rojnameger Oznûr Deger hat vekirin
- 13:36 24 Mijdar 2025
- Hiqûq
MÊRDİN - Li rojnameger Oznûr Deger, ji ber nûçeya bi navê "Fermandar Kamil Aksoy ê bersûcê îşkenceya li Nisêbînê hat gilîkirin" a ku di 16'ê Tîrmeha 2024'an de çêkiribû bi îddiaya "Hedefgirtina kesên di têkoşîna li diji terorê de peywir girtine" doz hat vekirin.
Li mudura JINNEWS'ê Oznûr Deger, ji ber nûçeya bi navê "Fermandar Kamil Aksoy ê bersûcê îşkenceya li Nisêbînê hat gilîkirin" a ku di 16'ê Tîrmeha 2024'an de çêkiribû bi îddiaya "Hedefgirtina kesên di têkoşîna li diji terorê de peywir girtine" doz hat vekirin. Bi çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hat destpêkirin de îddianame li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat qebûlkirin.








