Qeyûman girt jinan dîsa vekir: Şamîran
- 09:02 20 Mijdar 2025
- Rojane
Buşra Turan
WAN - Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Jinan Şamîran ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, jinan ji nûve vekir. Jinan derbarê mijarê de gotin: “Tevî zîhniyeta qeyûm, em yek bi yek deriyên qadên jiyana azad yên hatine girtin vebikin.”
Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Şamîran ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Artemêtê faliyet dimeşand, ji aliyê qeyûmê ve hatibû girtin. Navenda ku qeyûm girtibû ji aliyê jinan ve di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî bi şahiyekî di 16’ê Mijdarê de ji nû ve hat vekirin.
Jinên tevli vekirina Şamîran bûn, der barê girîngiya navendê de axivîn.
‘Navenda jiyanê ya jin bi keda xwe dikarin bibin hevkar’
Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç da zanîn ku polîtîkayên qeyûm jiyana jinan hedef digire û wiha got: “Em dengê xwe bilind dikin û qadên jiyana jinan mezin dikin. Navenda Jiyanê û Piştevaniyê ya Jinan a Şamîran wê bibe navenda jiyanê ya jin bi ked û fikrên xwe dibin hevkar. Tevî zîhniyeta qeyûm ya ku deriyên qadên jiyana azad girtine, em ê bi awayekî xurt qadên jinan yek bi yek vebikin. Ji hêza jinan ditirsin. Ji ber vê êrişê destkeftiyê jinan dikin. Jin wê li dijî girtinan hîn xurtir qadên xwe vebikin. Em pir xurt in û bi oral in. Em ji bo qadên xwe têdikoşin.”
‘Nikarin jinan tune bikin’
Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtê Guneş Ovmen jî destnîşan kir ku girtina navendê êrîşeke li hember qadên jiyana hevpar û piştevaniya jinan e û wiha bi lêv kir: “Tevî hemû mudaxaleyan em xebatan didomînin. Me navenda jiyanê ya jinan bi hevkariya şaredariya mezin vekir. Bi qeyûman re qada jiyanê ya jinan hedef hat girtin. Lê me serî netewand. Zîhniyeta qeyûm tevî hemû zext û êrişên xwe nikare jinan tune bike. Ji ber ku her cara ew digirin em ji nûve vedikin. Em li virin û têdikoşin.”
‘Jin pêşengên civakê ne’
Hevberdekva Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk jî destnîşan kir ku Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Şamîran piştî xespkirina qeyûm ji nûve hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Navend ji bo xurtkirina qadê jiyana jinan girîng e. Me Navenda Jiyanê ya Jinan ya Şamîran li taxa Suphan vekiribû. Lê piştî êrişa qeyûman me ji nûve li taxa Şabaniye vekir. Ji bo jin hepsê nav çar dîwaran nebin, ji bo em bibîr bixin ku jin ne di plana duyemîn de ne li vir in. Jin her tim di plana dawî de cih digirin. Em ji bo vê têkoşîna xwe didomînin. Jin tu carê ne tenê ne. Hêza pêşeng a civakê ne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Em serî natewînin’
Hevseroka DEM Partî ya Artemêtê Sevîm Baş balkişand ser girîngiya navenda Şamîran û got ev der ne tenê avahiyeke, ji bo jinan qadeke mezin watedar a perwerde û hilberînê ye. Sevîm Baş wiha dawî lê anî: “Di vî alî de jin bi şans in. Jin wê li vir di alî perwerde, fêrbûn, jiyana azad de destpêkên xweş bikin. Navend mala jinan e. Tevî qeyûm navend girtne me ji nû ve vekir. Em ê navendên xwe vebikin. Em dest jê bernadin. Em serî natewînin.”







