ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN

  • 09:00 20 Mijdar 2025
  • Rojev
 
*  Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Jinan Şamîran ku qeyûm girtibû, jinan ji nûve vekir. Jinan derbarê mijarê de gotin: “Tevî zîhniyeta qeyûm, em yek bi yek deriyên qadên jiyana azad yên hatine girtin vebikin.” BI DÎMEN
 
*Berdevka PÎA Menîce Rumeysa Gulmez der barê pêvajoya "Aştî û civaka demokratîk" de axivî û got ew li alî aştiyê ne û wiha vegot: “Divê ciwanên me nemirin, divê erdnîgariyeke mirov dikarin lê bijîn hebe. Ji bo ev baş bimeşe divê daxwazên Kurdan bên cih. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdê, bi awayekî fermî bê nasîn û girtiyên siyasî bên berdan.” BI DÎMEN 
 
*Bi nêz bûna 25’ê Mijdarê re sazî û rêxistinên jinan lêz dan xebatên xwe û li qadan xebatên têkoşîna li dijî tundiyê didin meşandin. Jinên li Îzmîrê dijîn da zanîn ku li dijî tundiyê divê jin xwe birêxistin bikin û parastina cewherî li pêş bixin. BI DÎMEN 
 
*Tevî polîtîkayên dewletê yên tundiya vedişêrin jin li her derê têkoşîna xwe ya rêxistibûnê mezin dikin. Endama Lijneya Rêveberiya Herêmî Gulîstan Atasoy got: “Di 25’ê Mijdarê de em bang li hemû jinan dikin ku li qadan, li cihê dijîn û li her derê di nava piştevaniyê de bin.”BI DÎMEN
 
*Bêrîvan Kutlu ku li quntara çiyayê Cûdî hat veşartin, bi têkoşîna xwe ya 25 salan bû sembola azadiya Gelê Kurd û mafên jinan. Hevrêya wê Harîka Peker biryardariya Bêrîvanê li girtîgehê, li qadê û bandora wê ya kûr a li ser Botanê vegot.BI DÎMEN