Malbata Rojîn Kabaîş serdana DEM Partiyê kir
- 13:10 19 Mijdar 2025
- Rojane
ENQERE - Dayika Rojîn Kabaîş a bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da Aygul Kabaîş û bavê wê Nizamettîn Kabaîş, hevdîtin bi parlamenterên DEM Partiyê re kirin.
Malbata Rojîn Kabaîş ku li Wanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, serdana Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û parlamaneterên pê re, li hêwana civînê ya meclisê dayik Aygul Kabaîş û bav Nizamettin Kabaîş pêşwazî kirin.
Malbatê, têkoşîna ji bo ronîkirina cinayetê û gefên ku di vê heyamê de li wan hatine xwarin bi DEM Partiyê re parve kir. DEM Partiyê jî anî ziman ku ew rewşê ji nêz ve dişopîne û got ku ji bo berpirs bên dîtin û cezakirin dê têkoşînê bidomînin.







