Ji TJA'yê atolyeya hişyariyê

  • 14:19 15 Mijdar 2025
  • Rojane
DÎLOK - Di atolyeke ku TJA li Dîlokê ji bo têkoşîna li dijî tundiyê li dar xist de, jinan diyar kirin ku perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di têkoşîna li dijî tundiyê de cesaret daye wan.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de, atolyeyên xwe didomîne. Yek ji atolyeyên ku bi dirûşma  'Bi Civaka Demokratîk Ber Bi Jiyana Azad a Bê Tundî", li navçeya Şehitkamil a Dîlokê hate lidarxistin. Atolyeya ku li avahiya navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) hate lidarxistin, hejmareke mezin ji jinan beşdar bûn.
 
Li ser tundûtûjiyê nîqaş
 
Di atolyeyê de pêşî wate û girîngiya 25'ê Mijdarê, digel çarçoveya wê ya dîrokî, hate destnîşankirin. Piştî vê yekê, nîqaş li ser cureyên tundûtûjiya li dijî jinan û çawaniya têkoşîna li dijî wê hatin kirin.
 
Jiyana Jinên ku ji Abdullah Ocalan bi bandor bûne veguherî
 
Jinên ku beşdarî atolyeyê bûn, mînakên tundiyê ku ew di jiyana xwe ya rojane de bi wan re rûbirû dimînin, dan û bal kişandin  ser pêwîstiya têkoşîna li dijî tundiyê. Jinan destnîşan kirin ku xebata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan cesaret û hêz daye wan û wiha lê zêde kirin. "Em bi perspektîfa Rêber Apo hatin vê astê. Em ji tundiyê haydar in û em li dijî wê têkoşînê didin."