Di nava 2 rojan de 76 kes hatin darvekirin
- 12:57 4 Mijdar 2025
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ragihand ku li Îranê di nava du rojan de 76 kes hatine darvekirin. Kampanyayê diyar kir ku darvekirin bi lez didomin û di mijara binpêkirinên mafê jiyanê de hişyarî da.
	Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku li dijî cezayên darvekirinê yê li Îranê tê pêkanîn hatiye destpêkirin, di hefteya 93’an de daxuyaniyek belavkir. Li seranserê welat girtiyên 54 girtîgehan, li dijî cezayê darvekirinê û domandina pêkanîna wê, di greva birçîbûnê de ne.
	Di daxuyaniya ji aliyê kampanyayê ve hatî dayîn de ev tişt hat gotin: “Makîneya darvekirinê ya rejîmê xebatên xwe bi lez didomîne.” Di daxuyaniyê de agahiya ku tenê di 2 rojên meha Mijdarê de li seranserê girtîgehên welat 76 kes hatine darvekirin, parve kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku cezayên darvekirinê bi taybetî piştî biryara greva birçîbûnê bi lez bûye.
	Di daxuyaniyê de îşaret bi daxuyaniyê nûnerên Neteweyên Yekbûyî kir û hişyariya wan a li Îranê ‘Mafê jiyanê bi awayek cîdî tê binpêkirin’ û ‘darvekirinên veşartî zêde bûye’ bibîr xist. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê çalakiyên xwe li seranserê girtîgehên welat bidomînin û banga ‘Bêdeng nebin’ li raya giştî hat kirin.
				
				
				
				
				
				





