 
				Rapora mafên mirovan a der bare binpêkirinên li ser jinên Yemenî de
- 14:14 31 Cotmeh 2025
- Rojane
	NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Komeleya Mafen Girtiyan ve bi sernavê “Derbasbûna Derengmayî ya Jinan” raporek hat weşandin û di raporêde 113 bûyerên binpêkirinên li dijî jinen bajar Taîzê yên li dijî azadiya gere hatin belgekirin.
	Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinan re, Komeleya Dayîkên Girtiyan raporek bi sernavê “Derbasbûna Derengmayî ya Jinan” weşand. Di raporê de tiştên ku di dema rêwîtiyên navbera bajaran jinên Yemenî dîtine ango binpêkirin hatin belgekirin.
	Li gor nûçeyan NÛJINHA'yê di rapora ku 30’yê Cotmehê ji aliyê komeleyê ve hat weşandin de, 35 bûyeren astengiyên li pêşiya tevgerê, 27 lêgerînên derzagonî û sekinandin, 12 texrîbkirina malan, 10 heqaret û biçûkxistin, 10 şantaja malî, 9 desteserkirin û destdanîna ser milk, 5 gef, 4 tacîz û girtineke kêfî yên hatine tesbîtkirin cih digrin.
	Di raporê di navbera salên 2020 2025’an de binpêkirinên di dema gera jinan ên li bajarê Taîzê hatine kirin hene. Rapor bi civîna ku gelek parêzvanên mafên jinan, rojnameger, nûnerên medyayê û beşdariya gelek kesên ji rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn hat eşkerekirin.
	Komeleya Dayîkên Girtiyan, diyar kir ku armanc bi raporê ew e ku bêdadiyên li dijî jinan werin belgekirin û balê bikşînin ser wan binpêkirinan û hat gotin ku li bendên kontrolê yên ji ber şer li derdora Taîzê hatine danîn, pêkanînên ku li gorî peymanên navneteweyî û neteweyî nîn in tên kirin. Di raporê de biryara bi hejmar 1325 a Neteweyên Yekbûyî di demên şer de ji bo parastina jinan derxistiye hat bibîrxistin û bal hat kişandin ku rojên têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan ên cîhanî di vê çarçoveyê de girîng in.
	‘Me xwest em vê raporê bi nêzbûna van rojan re biweşînin’
	Seroka komeleyê Umu Selam el-Hac, ji ajansa me re axivî û wiha got: “Zêdebûna binpêkirinên ku jin di dema ger û rêwîtiyê de rastî wan tên, me bir bi amadekirina raporeke wiha ve bir. Di pêvajoya ku hatiye diyarkirin de me mînakên jinên ku rastî binpêkirinê hatine analîz kir. Em niha xwe ji kampanyaya 16 rojan a li dijî şîdeta li ser jinan re amade dikin. Me xwest em vê raporê bi nêzbûna van rojan re biweşînin. Binpêkirinên li dijî jinan heta tu bibêjî giran in. Di raporê de aliyên derûnî, civakî û hiqûqî yên hemû bûyeran hatine nirxandin. Di heman demê de di asta herêmî û navneteweyî de, di serî de Neteweyên Yekbûyî, me li saziyên jinan ên curbecur bang kir û ji bo parastina jinan û dîtina çareseriyan pêşniyaran ji wan re kir.”
	‘Divê personelên li ser bendên kontrolê werin perwerdekirin’
	Umu Selam El-Hac wiha domand: “Mixabin, li herêmên di bin kontorla hikumeta Yemenê de ku ji aliyê navneteweyî ve tê nasîn jî binpêkirin çêdibin. Ev yek ji bê perwerdeyî û kêmasiya personelên ku li bendên ewlehiyê dimîne çêdibe. Me di rapora xwe de pêşniyar kir ku ev kes werin perwerdekirin, kontrolkirin û kesên ku binpêkirinan dikin werin cezakirin. Ji bo me amadekirina raporê dawî nîn e; em bi van xebatan hewl didin li ser perwerde, parastin û xebatên ji bo çareseriyê kûr bibin. Ji bo ku rapor di refan de neminin, em hewl didin binpêkirinên li dijî jinan tên kirin ji saziyên navneteweyî re ragihînin û raporan bigihîjînin wan.”
	Zêdetirî van bûyeran ji aliyê Hûsiyan ve hatin kirin
	Umu Selam El-Hac, diyar kir ku gelek ji van bûyerên binpêkirinê ji aliyê Hûsiyan ve hatine kirin û got: “Herî dawî bûyera bi awayê kêfî girtina jineke karmend a nexweş çêbû. Jin li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de bi gelek awayan rastî binpêkirinan tên.”
	Aktîvîst Sara el-Arîkî jî bi gotinên; “Divê “Rapora Derengmayî ya Jinan” di warê navneteweyî de deng vede” wiha got: “Binpêkirinên ku jin di dema gera nava bajar de rastî wan tên, lêpirsîn û tacîz di asteke pir xirab de ne. Divê hem civak hem jî hikumet bi van binpêkirinan re têbikoşe. Komên weke Hûsiyan ku gelek binpêkirinan dikin jî jinan ji bendên kontrolê digrin û bêyî ku tu hincet nîşan bidin, wan binçav dikin û dibin cihên veşartî.”
	Divê astengiyên li pêşiya azadiya rêwîtiya jinan sûc werin dîtin
	Di raporê de hat pêşniyarkirin ku astengiyên li pêşiya azadiya rêwîtiya jinan sûc werin dîtin, şertê refaqetê were rakirin, lêgerîn û desteserkirinên di bendên kontrolê de tên kirin werin qeydkirin. Her wiha hat xwestin ku van bendan ji aliyê saziyên sivîl ên serbixwe ve werin kontrolkirin, peywirdarên ewlehiyê di warê standardên mafên mirovan de werin perwerdekirin, pergalên qeydkirina dîjîtal werin avakirin. Wekî din jî hat pêşniyarkirin ku torên parastina herêmî werin bihêzkirin û daneyên binpêkirinan ji mekanîzmayên giliyê yên neteweyî û navneteweyî re werin ragihandin.
	Bi van pêşniyaran armanc ew e ku rê û bendên kontrolê, weke qadên ku hemû welatî bikaribin bi ewlehî ji wan derbas bibin ji nû ve werin pênasekirin û jinên Yemenî bê tirs û fikar rêwîtiyê bikin.
				
 
				 
				 
				 
				 
				





