YJK-S’ê ji bo meşa Kolnê banga seferberiyê kir
- 21:24 30 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) beriya mitînga ku wê di 8’ê Mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kolnê bê lidarxistin, xebatên xwe zêde kir. Endamên YJK-S’ê ku li Navenda Civaka Kurd a Aarauyê li hev civiyan, xebatên heta îro nirxand û heta mitîngê biryara seferberiyê girt.
Li ser biryara ku di civînê de hate girtin, wê li seranserê Swîsreyê lez ji bo xebatên serdanên malan û agahdarkirinê bê dayîn. YJK-S’ê armanc dike ku li her bajerê bi gel re bicive û tevlîbûna mitînga Kolnê mezin bike.
Berdevka YJK-S’ê Selma Surer bang li hemû jin û gelan kir ku xwedî li mitînga Kolnê derbikevin û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku di serî de jin hemû Kurd û dostên wan wê ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê bicivin. Tenê çûyîna mitîngê têrker nîne, divê em li her derê bi awayekî çalak tevlî xebatan bibin. Eger Rêber Apo ne azad be, em jî ne azad in. Em bang li her kesî dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî xebatên ji bo mitînga li Kolnê têne kirin bibin û di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin.”
Endama YJK-S’ê Rûken Demîr jî der barê amadekariyên teknîkî yên ji bo mitîngê agahî dan. Rûken Demîr diyar kir ku ji bo mitînga Kolnê 24 otobûs hatine amadekirin û wiha anî ziman: “Ev otobûs ji bo gelê me yê bê wesayît in. Welatiyên me yên xweyî wesayît jî wê bi wesayîtên xwe beşdar bibin. Wesayît ji her derên ku Navendên me yên Civakî hene, rabin. Em mal bi mal, bajer bi bajer her kesî agahdar dikin. Kampên penaberan jî di nav de em dixwazin xwe bigihînin hemû welatparêzan.”
Xebatên li Aarauyê didomin
Di çarçoveya amadekariyên mitînga Kolnê de ku ev meheke li seranserê Swîsreyê dewam dike, li Navenda Civaka Kurd a Aarauyê civîn hate lidarxistin. Di civîna hevpar a Meclîsa Gel a Mehmet Tûnç a Aarauyê û Meclîsa Jinê ya Rojbîn de xebatên hatine kirin, hatin nirxandin û bi tespîtkirina kêmasiyan plansaziyên nû hatin kirin.
Di daxuyaniya hevpar a piştî civînê de ev bang hate kirin: “Tevlîbûna li “Meş û Mitînga Azadiyê” ku wê ji bo azadiya Rêber Apo di 8’ê Mijdarê de bê lidarxistin, erka bingehîn a Kurd, demokratên şoreşger û gelên dost in. Rêber Apo mîmarê vê pêvajoyê ye. Azadiya Rêbertiya me mîsogeriya azadiya gelê me ye. Mitîngên Kolnê yên berê encamên dîrokî çêkirine; em ê îsal jî bi dirûşmeya “Hevdîtina bi Rêbertiyê re” biherikin Kolnê.”







