Dîlan Kunt Ayan: Bi pakêtên otorîter pêvajo pêş nakeve

  • 09:04 30 Cotmeh 2025
  • Ramyarî
Melek Avci
 
ENQERE - Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd a 26’ê Cotmehê gaveke girîng e û got dewlet ne pakêtên darazê yên otorîter divê qanûnên entegrasyona demokratîk a piştgiriyê dide vê gavê bike rojeva xwe.
 
Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê Cotmehê de daxuyanî da û da zanîn ku dest bi vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê kirine. Vê gavê li cîhan û Kurdistanê deng da û çavê gel li gavên şênber ên destilatdariyê ne.
 
Piştî biryara vekişandinê mijara ku herî zêde hat nîqaşkirin ev e ku desthilatdarî bersiveke çawa dide vê pêngavê. Lê 11’emîn pakêta darazê ya derket holê, der barê aştî û entegrasyonê de tu gaveke nayê dîtin û pêşnûmeyeke ku mafan hîn bêtir şûnde dixîne tê dîtin. Bertekên li dijî vê didomin.
 
Parlametnera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan der barê pakêtên darazê, qanûnên entegrasyonê de nirxandin kir.
 
‘Pêngaveke ku pêşiya pêvajoyê vedike ye’
 
Dîlan Kunt Ayan balkişand ser daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd a 26’ê Cotmehê û got: “Di pêvajoyek wisa de daxuyaniyek krîtîk hat dayîn.  Di 11’emîn pakêta darazê de ne der barê pêşerojê de, qanûnên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd asteng dike hene. Divê em vê nîqaş bikin. Divê em ne qanûnên 11’emîn pakêta darazê, divê em qanûnên entegrasyona demokratîk biaxivin. Ev pêngaveke ku pêşî li pêvajoyê vedike ye.”
 
‘Bi pakêtên otorîter ev pêş nakeve’
 
Dîlan Kunt Ayan çalakiya şewitandina çekan a PKK’ê bibîr xist û got daxuyaniya di 26’ê Cotmehê de hatiye dayîn jî daxuyaniyek ne ji rêzê ye û got: “11’emîn pakêta darazê, hîna pêşnûmeyeke ku hatiye ber komîsyonê, şandine ji endamên komîsyona edalet û parlamenteran re tuneye.  Bi destê Wezareta Dadê pakêtek hat belavkirin û dema em lê dinêrin em dinêrin ku bi armanca teşekirinê ev tê derxistin. Em vê ji Wezareta Dadê re dibêjin, li gorî daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd a 26’ê Cotmehê divê qanûnên li gor wê bên axaftin. Bi pakêtên wisa otorîter pêvajo erênî nayê meşandin.”
 
‘Divê qanûnên pêvajoyê ava bibin’
 
Dîlan Kunt Ayan wiha dirêjî dayê: “Ji banga 27’ê Sibatê heta niha bendewariyên gel hebûn. Em li pakêta darazê dinêrin, dijberê bendewariyan e; pakêteke ku cezayan zêde dike, sûcên nû yên kategorîze dikin derdixin holê, azadiya fikr û ramanê sînor dike danîne holê. Di pêvajoyek wisa de bêguman ev nikare bê qebûlkirin. Divê pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk bên çareserkirin. Divê qanûnên li gorî pêvajoyê bên derxistin.”
 
‘Bendewariya civakê heye lê gav tuneye’
 
Dîlan Kunt Ayan destnîşan kir ku ger ku pêvajoyeke bê avakirin divê ewil gavên ku baweriyê didin civakê bên avêtin û wiha dirêjî dayê: “Ji ber vê jî divê pakêtên darazê bibin bersiva hemû aliyan. Ev bendewarî ne tenê ya kesên siyaseta demokratîk dimeşîne, ya hemû civakê ye.  Bendewariya civakê heye lê mixabin gav tune ne. Divê Wezareta Dadê demildest li gorî daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd a 26’ê Cotmehê  qanûnan dane holê û li meclîsê jî ji bo vê xebat bên destpêkirin. Dema ku bê windakirin tuneye. Ev gavek gelek bi nirx e. Divê meclîs, Wezareta Dadê li gorî vê qanûnan bike meriyetê.”
 
'Ji bo qanûnan têkoşînek topyekun pêwist e'
 
Dîlan Kunt Ayan di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser pirsa divê civak çi bike û di vê mijarê de jî wiha got: “Bi sedsalan e vê dewletê tu tiştek nedaye gelê Kurd. Hemû destkeftî, ked û têkoşîna gel hatiye bidestxistin. Ji 1’ê Cotmeha 2024’an de ye pêvajoyek didome. Lê em dibînin ku dewlet di alî avêtina gavan de xwe vedikişîne. Wê demê divê ne tenê rexnekirin, divê em di heman demê de xeteke têkoşînê ya topyekun deynin holê. Ji bo qanûn der barê pêvajoyê de bê derxistin ev pêwist û şert e.”
 
Dîlan Kunt Ayan balkişand ser ‘entegrasyona demokratîk û qanûnan’ û wiha anî ziman: “Entegrasyona em dibêjin ne helandinek e, ne tunekirin e. Berovajî kesan nasnameyan diparêze. Jiyanek wekhev datîne holê. Di vê pêvajoyê de TMK jî divê demildest bê rakirin. Yek ji qanûna din a entegrasyona demokratîk mafê hêviyê ye. Ji bo dewlet mafê hêviyê pêk bîne tu astengî li pêş tuneye. Ev jî çawa pêkan e? Divê em xeta xwe ya têkoşînê mezin bikin.”