
Tûrnûvaya Voleybolê ya Plajê bi maça fînalê bi dawî bû
- 11:56 20 Cotmeh 2025
- Tenduristî/Werzîş
Bi hevkariya Gerînendiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê û Kluba Oz Kayapinar Sporê, tûrnûvaya voleybolê ya plajê ya di nav xwendekarên lîseyê de ku hefteyekê dom kir, li bajarê bê behr bi maça fînalê bi dawî bû.
Ev tûrnûva ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve li Parka 75an, li ser qûma ku ji Çemê Dîcle hatiye anîn, hate organîzekirin, bi maça fînalê qediya. Di tûrnûvayê de 28 tîmên jinan û 18 tîmên mêran têkoşîn dan. Di merasîma dawîkirinê de Hevşaredar Cengîz Dundar, endamên meclîsa şaredariyê, alîkarên hevşaredaran, Gerînendeyê Ciwan û Sporê yê Amedê Cenk Oztekîn û Nûnerê Voleybolê yê Amedê Hîvda Bayram amade bûn.
Madalya, kûpa û diyariyên tîmên serkeftî û cihgirtî ji aliyê beşdaran ve hatin belavkirin. Hevşaredar Dundar di dema xelatdayînê de axaftinek kir û got: “Em ji bo ciwanan bi sporê re bînin ba hev xebatan dikin û êdî van xebatan bê navber bidomînin.”