
Dayikên Aştiyê yên Kobanê Dayikên Aştiyê yên Bakur silav kirin
- 14:29 20 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê û malbatên pakrewanan ên Kobanê bi daxuyaniyeke konferansa Dayikên Aştiyê ya piştî 12 salan hat lidarxistin silav kirin.
Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê di 18-19’ê Cotmehê de piştî 12 salan 3’yemîn konferansa xwe li dar xistin. Konferansa ku bi diruşmeya “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiyê ne” pêk hat, ji bo xûrtkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, gaveke girîng bû.
Ji bo silavkirin û piştgiriya Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê, îroj li Kobanê Dayikên Aştiyê û yên pakrewanan, her wiha Înîsiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de endamên Înîsiyatîfa Azadiya Fîzîkî a Abdullah Ocalan, Dayikên Aştiyê û malbatên pakrewanan amedebûn. Daxuyaniya ku li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan hat dayîn, ji aliyê rêveberiya Meclîsa Jin ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Cîhan Hemî daxuyanî hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em weke dayikên Şehîdan û dayîkên Astiyê yên li Kobanê silavên xwe yên germ ji bo Konferansa Dayikên Aştiyê ya li Amedê pêk tê dişînin û ji bo wan dayikan di konferansê de serkeftinê dixwazin û ji bo biryarên dîrokî yên ku dê aşitiyê ji gelê me re bînin û rûmeta mirovahiyê biparêzin, bi dil û can serkeftinê ji wan re dixwazin.
Em dizanin ku koletiya mirov bi koletiya jinan li Mezopotamya dest pê kiriye û îro jina azad li heman erdnîgariyê radibe da ku nirxên koletiyê bişkîne û ne tenê ji bo gelê xwe, lê ji bo hemû cihanê serkeftinan bi dest bixe. Dirûsmeya 'Jin jiyan azadî' ku ji Kobaniyê wek qêrîneke ji bo berxwedanîya jinan li hemberî koletiyê û terorîzma tarî dest pê kir, di dema şehadeta 'Jîna Emînî' de bû sloganek cihanî, ku ji hêla jinên azad ên li çar aliyên cihanê ve hat bilindkirin, û rûpelek nû di tomarên berxwedana jinan de li ser asta cihanî vekir.
Dayikên şehîdan û Dayikên Aştiyê li Kurdistanê nûnertiya jinên azad dikin û her tim di dilê soreşa Kurdî de bûn. Ew in yên ku dema kur û keçên xwe şehîd dibin, bi dengekî bilind bilêliyan dikin û rûmeta gelê me diparêzin, bi awayekî ku di nav neteweyên din de kêm tê dîtin. Carek din, em dayikên sehîdan û dayikên astiyê yên li Kobaniyê, konferansa we piroz dikin. Em ji we re serkeftin û serfiraziyê dixwazin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.