Li Keleha Rihayê Mozaîkek Grekî ya 1500 salî hat dîtin

  • 14:20 20 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
RIHA - Di dema kolandinên li Keleha Rihayê de mozaîkek erdê bi nivîsên Grekî hat dîtin. Mozaîka ku fîgurên nebat û heywanan û motîfên ku sembola çar hêmanan in nîşan dide, ronî dide ser serdema destpêkê ya Xiristiyaniyê ya herêmê.
 
Di dema kolandinên li Keleha dîrokî ya Rihayê li başûrê Gola Masiyan li Rihayê de mozaîkek erdê ya sedsala 5’an bi nivîsên Grekî hat dîtin. Mozaîka ku fîgurên nebat û heywanan û motîfên geometrîk nîşan dide, dîroka wê vedigere salên 460-495 PZ.
 
Li gorî raporên çapemeniyê, rêvebira kolandinê Prof. Dr. Gulriz Kozbe diyar kir ku mozaîk dibe ku aîdî dêrekê, şapelekê an jî şehîdxaneyê be. Nivîs behsa Kont Anaskas û malbata wî dike, ku endamekî elîta leşkerî û olî ya wê serdemê bû û mozaîk her wiha motîfên kozmîk jî nîşan dide ku sembola hewa, av, ax û agir in. Gülriz Kozbe tekez kir ku gorên ji heman serdemê jî li herêmê hatine dîtin û ev vedîtin ji bo têgihîştina pratîkên olî yên serdema destpêkê ya Bîzansê nîşanên girîng pêşkêş dike.
 
Tê diyarkirin ku restorasyona kelehê ku di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan de zirar dîtiye, dê di dawiya sala 2026’an de biqede û piştre dê ji bo mêvanan were vekirin.