Li Bestayê operasyona leşkerî

  • 14:19 20 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk li Herêma Bestayê ya li Şirnexê dest bi operasyoneke leşkerî kir. 
 
Tevî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd û piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin jî liv û tevgera leşkerî ya dewleta Tirk a li bakurê Kurdistanê didome. Li gorî nûçeya Ajansa Welat (AW), artêşa Tirk li Herêma Bestayê ya bi ser navenda Şirnexê ve dest bi operasyonek leşkerî kir. Hate ragihandin ku operasyon hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve tê domandin. Hat zanîn ku helîkopterên şer jî tev li operasyonê bûn e. 
 
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî dane Ajansa Welat (AW); ji Şirnexê gelek leşkerên artêşa Tirk berê xwe dane deverên Besta Hincê, Romaran û Mendîçelî yên bi ser Herêma Bestayê ve.
 
Walîtiya Şirnexê têkildarî operasyona leşkerî heta niha tu agahî bi raya giştî re parve nekiriye.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêma behsa xeberê zêdetirî 5 sal in bênavber dar tên birîn û bi lêgerînên maden, petrol û bendavan ekolojiya wê tê tunekirin.