
Heyeta KESK'ê bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî
- 15:04 17 Cotmeh 2025
- Rojane
ENQERE - Heyetek KESK'ê piştî meşa wan li Enqereyê bi dawî bû, serdana partiyên siyasî kir û daxwazên xwe anî ziman.
Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), li dijî dûrxistina endamên xwe ku bi KHK'iyan ji kar hatin derxistin, bi dirûşma “Em ê karê xwe bi paş ve bistînin” di 13'yê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribû. Endamên KESKê di roja 4'emîn a meşê de duh gihîştin Enqereyê û îro bi daxuyaniyekê meş bi dawî bû.
Heyetek KESK'ê ji bo daxwazên bîne ziman bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. Heyeta KESK'ê bi DEM Partiyê, CHP, Partiya Kedê, Partiya Yenî Yolê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de heyeta KESK'ê dosyeya ku daxwazên xwe têde nivîsandibûn, teslimî partiyan kir.