Abdullah Ocalan: Pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje

  • 12:25 17 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî serdana 13'yê Cotmehê ya li Îmraliyê daxuyaniyek da û diyar kir ku Abdullah Ocalan destnîşan kir ku pîvana hêviyê gelekî girîng û esasî ye û Abdullah Ocalan wiha berdewam kir: "Pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje. Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike."
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî serdana 13'yê Cotmeha 2025'an a li Îmraliyê, ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kir, daxuyaniyek weşand.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye: 
 
"Di 13'yê Cotmeha 2025'an de me li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Birêz Abdulllah Ocalan û muwekîlên xwe yên din re weke parêzerên wan hevdîtin kir. Di vê serdanê de li ser şert û mercên muwekîlên me û rewşa wan a hiqûqî danûstandin kir, agahî dan û wergirt. Bi vê wesîleyê em dixwazin nirxandin û nêrînên Birêz Ocalan ên li ser avakirina aştiyê bi raya giştî re parve bikin.
 
Di hevdîtinê de rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan, di çarçoveya biryara mafê hêviyê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de bû yek ji mijarên sereke û girîng ê nîqaşê. Weke ku tê zanîn, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştî rûniştina xwe ya dawî ya 15-17'ê Îlonê careke din bang li Tirkiyeyê kir û jê xwest, mafê hêviyê li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî qanûnî çareser bike.
 
Li ser vê bingehê Birêz Ocalan destnîşan kir ku pîvana hêviyê gelekî girîng û esasî ye. Bi dewamî got, 'Pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje. Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike. Bi çi rengî dinirxîne binirxîne divê ev yek bê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin. Polîtîka jî, edalet jî vê ferz dike'. bi vî rengî pêwîstiya hiqûqî da pêş.
 
Di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê de ragihand ku bawerî û mezheb hemû divê karibin bi rengekî azad xwe îfade bikin, her wiha her kes xwedî wî mafî ye ku neteweya xwe îfade bike û bi rengekî azad bijî. Anî ziman ku divê Kurd bi rengekî yekbûyî li nava hiqûqê bê vehewandin û got, aştiya esasî ev bi xwe ye. Diyar kir ku hiqûqa Kurdan heta niha tine hate hesibandin, li derveyî hiqûqê hatin hiştin, lê belê divê êdî hiqûqa entegrasyona demokratîk bê avakirin.
 
Dema ku dervehiştina li hiqûqê û ragirtina fikrî û zîhnî nirxand ev tespît kir, 'Jiyan dema ku azad be, bi wate ye. Min berê jî gotibû. Ey jiyan' Ya ez ê te bi rengekî azad bijîm, ya jî ez ê te qet nehatiye jiyîn bihesibînim. Mota min a jiyanê ev e, dirûşma min ev e'.
 
Tespîta Birêz Ocalan tê zanîn ku digot, di bingeha pirsgirêkên siyasî û civakî de newekheviya jin û mêr heye. Destnîşan kir ku ev çareseriya vê newekheviyê bi pratîka jiyaneke azadiya jinê û fikrekî sosyalîst dibe. Anî ziman ku ew karên Jineolojiyê ji nêz ve dişopîne, gelekî hêja dibîne û silavên xwe yên taybet ji jinan hemûyan, ji girtiyên li girtîgehan re  şand.
 
Kesên ku dixwazin wî fêhm bikin vexwend ku vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk kûr bikin û tevlî pêvajoyê bibin. Diyar kir ku karê ji bo azadiyê ji aliyê pêşvebirin û bicihanîna pêvajoyê ve girîng e."