
Komkujiya Helîncê li Kobanê hat şermezarkirin
- 13:48 23 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi boneya salvegera 5'emîn a komkujiya gundê Helincê civînek li dar xist û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.
Kongra Star a kantona Firatê ji bo salvegera 5'emîn a komkujiya gundê Helincê yê Kobanê civînek li dar xist. Bi sedan endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, rêxistinê jinan û malbatên şehîdên di civînê de amade bûn.
Civîn li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar ket. Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn axivî û got: "Beriya salvegera komkujiya Kobanê bi 2 rojan dewleta Tirk a dagirker komkujiyek pêk anî, hevrêyên me Hebîn û Zehra her wiha yadê Emîne şehîd bûn. Em wê hovîtiya dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk dixwaze bi komkujiyan kar û xebatên jinan lewaz bike. Lê em wek rêxistinên jinan, tu carî bi komkujiyan û êrişan tune nabin."
Macîde Hesûn diyar kir ku ew ê her tim xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û wiha got: "Em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Em soz didin heta dawiyê ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."
Piştî axaftinê sînevîzyona der barê kar, xebat û têkoşîna her sê şehîdan de hate pêşandan. Piştî pêşandanê mûm li ber wêneyên her sê şehîdan hatin vêxistin.
Civîn bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
Roja 23`yê Hezîrana sala 2020`an de, balafirên bêmirov ên artêşa dewleta Tirk a dagirker malek li gundê Helincê yê kantona Kobanê bombebaran kiribû, di encamê de endamên Kongra Star Zehra Berkel, Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl şehîd bûbûn.