‘Nûnerên aştiyê jin in’

  • 09:03 18 Hezîran 2025
  • Rojane
AYDIN /ÎZMÎR - Jinan derbarê pêvajoya ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye hatiye destpêkirin de axivîn û got bi tevlibûna jinan wê aştî pêkan be û gotin: “Wek her derê jin neçarin bibin nûnerên aştiyê.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de peyama banga "Aştî û Civaka Demokratîk" parve kir. PKK'ê li ser bingeha pêkanîna banga Abdullah Ocalan di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û tê de biryara fesihkirinê da. Banga aştî û civaka demokratîk ne tenê ji aliyê Kurdan ve ji aliyê hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ve erênî hat pêşwazîkirin û ji bo pêşketina pêvajoyê gelek xebat hatin destpêkirin. Xwedîderkina li pêvajoyê gelek girîng e û bi taybet tevlibûna jinan a pêvajoyê pir girîng e. Jinan derbarê pêvajoyê de nirxandin kirin û diyar kirin ku ji bo pêkanîna aştiyê tevlibûna jinan a pêvajoyê ferz e.
 
‘Ev ax ji şer têr bûye’
 
Hunermend Gulîzar Kiliç da zanîn ku ev ax ji şer têr bûye û êdî divê dayik zarokên xwe winda nekin. Gulîzar Kiliç wiha anî ziman: “Yên hatin qetilkirin bi erdê re hatin kaşkirin. Ew zarokên çav xezal bê gor man. Divê ev êş bidawî bin. Dayik xwazin zarokên xwe winda bikin. Ji ber vê divê aştiyek watedar pêk bê. Jin vê ji dil dixwazin. Ev tenê bi jinan nabe. Li aliyekî dibêjin aştî li aliyê din êrîşan didomînin. bombebaranan didomînin. Armanc çiye? Em êdî naxwazin zarokên me bimrin.”
 
‘Em jin dixwazin însiyatîfê bigirin dest’
 
Gulîzar Kiliç wiha dawî li axaftina xwe anî: “Deshtilatdariya ku der barê jinan de biryaran dide, bi fikr û nêrînên jinan jî bawer nake. Divê hemû jinên muxalîf ligel hev bin. Em jin divê însiyatîfa xwe bigirin dest. Ji bo pêkahatina aştiyê çi ji destê me bê emê bikin. Em vê bi huner, atolye û wejeya xwe dikin.”
 
‘Divê jin di aştiyê de cih bigirin’
 
Hevseroka DEM Partî ya Kuşadasi Hanîfe Gedîk Başe jî da zanîn ku rola jinan a di vê pêvajoyê de gelek girîng e û di vê çarçoveyê de xebatan dimeşînin. Hanîfe Gedîk Başe wiha anî ziman: “Em tên gel hev sohbetan dikin. Erênî dinêrin. Heta niha me em li 50-60 malî geriyan. Her kes erênî dinêre. Aştiyê dixwazin. Aştî ferze. Em ê ji bo aştiyê têbikşin. Jin nebin nabe. Divê jin di aştiyê de cih bigirin.”
 
‘Nûnerên aştiyê jin in’
 
Ji Foruma Aştiyê ya Îzmîrê Saadest Erkuş daxuyakirin ku divê aştî pêk bê û balkişand ser rola jinan a di pêvajoyê de: “Gotinên jinan yên bên gotin hene. Yên di şer de herî zêde bandor dibin jinin. Bêyî jinan ne aştî ne demokrasî pêkane. Nûnerên aştiyê jin in. Jin hebin wê aştî jî hebe.”