
DEM Partiyê dê ji bo Îmraliyê serlêdanê bike
- 14:22 17 Hezîran 2025
- Rojane
ENQERE - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku ew ê daxwaza serdana Îmraliyê bikin.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclîsê axivî. Tuncer Bakirhan derbarê rojevê de daxuyanî da û ragihand ku ew ê ji bo çûna Girtîgeha Îmraliyê serlêdana fermî bikin.