
‘Ji bo xwîn raweste em aştiyê dixwazin’
- 09:06 7 Gulan 2025
- Rojane
WAN - Jinên tevli şîna ji bo endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ya li Wanê hat ava kirin bûn, diyar kirin ku ew ji bo ev xwîn raweste, ji bo rondik rawestin aştiyê dixwazin û gotin divê dewlet gavê bavêje.
Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas kiribû, 18 roj şûnde di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeya wî bi tevlibûna dehezaran kesî li goristana Zîncîrlîkuyu ya Stenbolê hatibû definkirin. Ji bo Sirri Sureyya Onder rêxistinên DEM Partî yên navenda û navçeyan şîn dan û bi tevlibûna gele kesî didomin.
Li Wanê jî şîn hat dayîn û jinên tevli şînê bûn daxwaza aştiyê ji ajansa me re axivîn.
‘Bila ev xwîn êdî raweste’
Dayika Aştiyê Asya Ozlu da zanîn ku bi salan e li bendê aştiyê ne û got: “Sirri Sureyya Onder bi salan ji bo aştiyê hewl da. Daxwaza wî di dilê wî de ma. Lê ev daxwaza wî wê li derdê nemîne. Bila ev xwîn raweste. Em aştiyê dixwazin. Divê Tirkiye ji bo aştiyê gavê bavêje. Bila serê her kesî saxbe.”
‘Divê her kes peywira xwe bîne cih’
Yildiz Tuncer jî got Sirri Sureyya Onde "Qasidê aştiyê ye" û got: “Ew qasidê aştiyê bû. Her kes vê dizane. Berpirsyariya ku wê hilgirtibû êdî li ser milê gelên Tirkiyeyê ne. Ji vir şûnde divê em hemû berpirsyariyên xwe bînin cih. Divê her kes peywira xwe bîne cih. Gelê Kurd gelê pêşenge. Divê her kes di aştiyê de israr bike.”
‘Em xwînê, rondikan naxwazin’
Piştre Sozin Oktay axivî û daxuyakirin ku ji bo dayik negirîn ew aştiyê dixwazin û wiha dirêjî dayê: “Divê dayik rondikan nebarînin. Em aştiyê dixwazin. Em xwîn û rondikan naxwazin.”
Caziye Gul jî daxwaza xwe ya aştiyê anî ziman û da zanîn ku ji bo xwîn raweste aştiyê dixwazin û got: “bila êdî dayik negirîn. Bila rondik nebaran, xwîn nêrêje. Êdî bes e.”