Tişrînê li berxwe da, dîrok nivîsand û bi ser ket

  • 10:01 6 Gulan 2025
  • Rojane
 
Derya Ren
 
RIHA - Cîgira Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Elî serkeftina berxwedana Tişrînê nirxand û got, "Îro dîrokeke berxwedanê heye ku ji aliyê her kesê ku berê xwe daye wî alî ve hatiye nivîsandin. Ev dîrok bi xwîna gelan hatiye nivîsandin."
 
Bi piştgiriya Tehrîr El Şam (HTŞ) û hin komên desthilatdar, rejîma Baasê di 8'ê Kanûnê de hilweşiya. Di demekê de ku îhtîmala avakirina hevsengiyên nû li Sûriyeyê bi hilweşîna rejîmê re xurt bû, Tirkiyeyê û komên wê yên paramîlîter êrîşî deverên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê ye kirin.
 
Rojnamevan û sivîl bûn hedef
 
Yek ji cihên ku êrîş lê hatin kirin, Bendava Tişrîn û derdora wê, berxwedaneke mezin dît, di heman demê de Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Cîhan Bilgin û rojnamevan Nazim Daştan di 19'ê Kanûna 2024'an de dema ku berxwedanê dişopandin ji aliyê Balafirên Bêmirov ên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ve hatin kuştin û Rojnamevan Egîd Roj di 15'ê Sibatê de jî hat kuştin. Di berxwedana berdewam de, bi dehan kes ji aliyê Balafirên Bêmirov ên Tirk ve hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn.
 
Xelk bê elektrîk û av man
 
Ji aliyekî din ve, gelek beşên bendavê ji ber êrîşan zirar dîtin û deverên ku sivîl lê dijîn li herêmê bi rojan bê elektrîk û av man.
 
Serdana YPJ û QSD'ê
 
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê Çileyê de li Tişrînê li dijî êrîşên li ser Tişrînê nobedê dest pê kirin. Nobeda ku hatibû destpêkirin bi coş û biryardariyeke mezin berdewam kir û hunermend, rewşenbîr û siyasetmedar jî li hin deveran tevlî nobedê bûn. Şandeya ku ji Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk dihat, di 19'ê Nîsanê de bi gelê berxwedana Tişrînê re civînek li dar xist û berxwedana gel hat silavkirin.
 
Duh Rêveberiya Xweser ragihand ku çalakiya nobedê ya ku di 8'ê Çile de li Tişrînê dest pê kiribû bi dawî bûye. Cîgira Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Elî li ser mijarê ji ajansa me re axivî.
 
Berxwedana gel
 
Gulistan Elî diyar kir ku di 8'ê Kanûnê de li dijî 3 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên giran hatine kirin û got, "Di 14 salên şoreşa Rojava de, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di berxwedaneke mezin de ne. Tevî êrîşên li ser sivîlan, balafirên şer ên Tirk hema hema her roj cihên ku mirov lê dijîn bombebaran dikirin. Di encama bombebaranê de gelek sivîl hatin kuştin. Lêbelê, ev êrîş di sala 2025'an de hîn dijwartir bûn, bi taybetî jî hedefgirtina Bendava Tişrînê. Bendav ji bo gelên li herêmê dijîn xwedî cihekî pir girîng e. Ji ber ku pêdiviyên elektrîk û avê yên gelê herêmê pêk dianî. Û gel ji bo parastina cihekî ewqas girîng ji bo xwe li dijî êrîşên Tirkiyeyê berxwedaneke mezin nîşan da."
 
'Dîrok bi xwîna gelan hat nivîsandin'
 
Gulistan Elî, berxwedana ku gelê herêmê di salên berê de li dijî DAIŞ'ê daye bi bîr xist û got, "Çawa ku gelê herêmê bi salan berê xwe li dijî DAIŞ'ê birêxistin kir û jinan di nav YPJ-YPG û QSD'ê de xwe birêxistin kir, gel jî bi heman awayî bersiva banga Rêveberiya Xweser da. Û gel ji xwe re mertalên mirovî çêkirin. Ew çûn Tişrînê û nîşan dan ku ew bi şervanên xwe re ne. Gel ji bajarên cuda xwe birêxistin kir û tevlî berxwedanê bûn. Piştî bedelên ku li Tişrînê hatin dayîn, ew ji bo gelê herêmê bû cihekî pîroz. Îro, her kes berê xwe dide wê û dîrokek berxwedanê tê nivîsandin. Ev dîrok bi xwîna gelan hat nivîsandin."
 
Herikîna xelkê ya ber bi Tişrînê ve
 
Gulistan Elî bi bîr xist ku di encama êrîşên li cihê berxwedanê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û bal kişand ser van xalan: "Hîn jî bi dehan kes tên dermankirin. Ji hunermendan bigire heta rojnamevan û lîstikvanan her kes ber bi Tişrînê ve herikîn. Ji 7 salî heta 70 salî her kes li wir bû da ku destkeftiyên ku di salên borî de di encama berxwedana mezin a gel de hatine bidestxistin careke din winda nebin. Îro, gel bi coş û heyecaneke mezin li vir serkeftin pîroz kir. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê dev ji parastina axa xwe bernedin. Ji ber ku ev gel jiyana xwe li ser felsefeyekê pêş dixin. Bê guman, ev berxwedan ji bo pêşerojê mînakek mezin e."