Li gelek bajarên Ewropayê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin

  • 20:19 1 Gulan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyan bi awayekî girseyî tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li bajarên Ewropayê bûn û li dijî kapîtalîzm, şer û faşîzmê peyama yekîtiyê dan.
 
Li gelek bajarên Ewropayê 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi çalakî û meşên girseyî hatin pîrozkirin. Kurdistaniyên ku bi kortejan tevlî pîrozbahiyan bûn, peyamên li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.
 
London
 
Li paytexta Îngilîstan Londonê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi hezaran kes di bin banê Piştevaniya Karkeran a Navneteweyî de bi banga rêxistintinên koçberan û sendîkayan li pêşiya Pirtûkxaneya Karl Marx a li Clerkenwell Greenê li hev civiyan.
Endamên rêxistinên Elewî, şoreşgerî-çep ên Kurdistan û Tirkiyeyê, komaleyên deverî, Meclîsa Gel a Kurd û Tevgera Jinê ya Kurd jî tevlî pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyan de ku Kurdan bi flamayên Rêber Apo cih girtin, pankarta ku gotina Abdullah Ocalan ya “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye” hat hilgirtin. Kurdistaniyên ku alên YPG, YPJ û wêneyên yek ji navên sembolîk ên Tevgera Jinê ya Kurd şehîd Sara (Sakîne Cansiz) hilgirtin, li ber stranên Kurdî govendê gerandin. Kurdan gelek caran dirûşmeyên "Long live Leader Öcalan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berzkirin.
 
Rêxistinên Elewî yên ku tevlî pîrozbahiyê bûn, bal kişandin ser komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê û rêxistinên sosyalîst ên çep jî daxwaza xwe ya perwerdehiya bêmûçe ya ji bo her kesî anîn ser ziman. Wekî her sal îsal jî li dijî kedxwariya kedê, xirakirina ekolijîk, şer û tundiya ku kapîtalîzmê ava kiriye, îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar hate kirin.
Kedkarên ku li ber Pirtûkxaneya Karl Marks bi dans, govend, stran û tililiyên xwe li hev civiyan, ji vê derê ber bi Qada Trafalgar ve meşiyan. Meşa ku bi awayê kortejê, bi çepik û dirûşmeyan pêk hat. Piştre li Qada Trafalgar mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de li dijî kapîtalîzmê banga yekîtî û têkoşînê hat dayîn.
 
Strasbourg
 
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi tevlîbûnekî girseyî hat pîrozkirin. Bi hezaran kes ji serê sibehê ve li Qada Kleberê li hev civiyan û bi daxwaza edaleta aborî, mafên civakî û başkirina şert û mercên xebatê meşek lidarxistin.
 
Bi hezaran kes bi sirûd û dirûşmeyan ji Qada Kleberê heta Place de la République meşiyan.Çalakvanan di meşê de piştevaniya xwe ya li dijî kedxwariya kedê, şer û nîjadperestiyê nîşan kirin. Femînîstan li dijî desthilatdariya mêr û baviksalariyê banga têkoşînê kirin.
 
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê piştgirî da têkoşîna edaletê ya çîna karker a Ewropayê û xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket. Kurdistaniyên ku di bin pankarta “Bijî yek Gulan” de li hev civiyan, peyamên xwe yên demokrasî û piştevaniyê bi dirûşmeyên Kurdî û Fransî anîn ser ziman.
 
Bielefeld
 
Bi hezaran kes ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê li ser banga Konfederasyona Sendîkayên Elman festîvala piştevaniyê lidarxistin.
Meş û festîvala Konfederasyona Sendîkayên Elman bi şîara “Zêdetir mûçe. Zêdetir demê vala. Zêdetir ewlehî” hat lidarxistin. Beşdaran di saetên sibehê de li Marktstraßeyê li hev civiyan û heta Parka Ravensberger meşiyan. Di parkê de mîtîng hate lidarxistin.
 
Kurdistaniyên ku tevlî meşê bûn, ji bo piştevaniya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan belavok belav kirin. Kurdistaniyên ku gelek caran di meşê de dirûşme berz kirin, govend gerandin.
 
Mainz
 
Li bajarê Mainz ê Elmanyayê bi beşdariya bi dehan sendîka û saziyan 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê hat pîrozkirin. Kurdistaniyan bi cil û bergên xwe yên gelêrî û neteweyî tevlî çalakiyê bûn.
 
Di çalakiyê de gelek peyam hatin xwendin. Di peyaman de îşaret bi tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan hat kirin û banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin.
Pîrozbahî bi govenda li ber stranê Kurdî bi dawî bû.
 
Viyana
 
Bi hezaran kes li paytexta Awûstûrya Viyanayê û bajarên Graz, Bregenz, Linz û Innsbruckê 1’ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê pîroz kirin. Çalakiyên bii beşdariya karker, kedkar û komên çep-sosyalîst ên cûrbecûr hatin lidarxistin de peyamên yekîtî û hevgirtinê hatin dayîn.
 
Kurdên li Karlsplatzê kom bûn û bi alên YPG û YPJ’ê û pankartên wêneyên Rêber Apo li ser bûn tevlî meşê bûn û reng dan meşê.
Girse heta Votivkirche meşiyan, li wir gerandina govendê û çalakiyên cûrbecûr 1’ê Gulanê pîroz kirin.
 
FEYKOM û komên din li qadê stand danîn. Çalakî heta saetên êvarê dewam kir.Li bajarên Graz, Bregenz, Linz û Innsbruckê jî 1’ê Gulanê bi coş hate pîrozkirin.
 
Koln
 
Meşa 1'ê Gulanê li Kolnê ya Elmanyayê bi coş derbas bû. Bi hezaran kes beşdarî meşa ku ji aliyê sendîqayan ve hate lidarxistin bûn. Rêxistinên şoreşger "Korteja Sor" ava kirin. Korteja Sor ku li ser banga AGÎF, SKB, YS, ZORA, ATÎF, Yaşanacak Dunya, FKO (Federasyona Rêxistinên Têkoşîna Çînî), Arbeiterbund (Sendîkaya Karkeran) û Şoreşgerên Demokrasiyê kom bû, bi beşdariya xwe ya xurt û dirûşmeyan di çalakiyê de derket pêş.
 
Her wiha MLKP, KKO, KGO, Partizan, ADHK, KA (Avakirina Komunîst), Pride Rebellion, Komala û gelek rêxistinên çepgir ên şoreşger beşdarî meşa ku saet 12.00’an de hate lidarxistin, bûn.
 
Zêdetirî sedan çalakvan li pişt pankarta "Bijî 1’ê Gulanê" meşiyan û dirûşmeyên "Bijî şoreş û sosyalîzm", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Bijî hevgirtina navneteweyî” û “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” berz kirin.
 
Meş piştî mîtînga li Heumarktê bi dawî bû.
 
Ulm
 
Federasyona Sendîkayên Elman (DGB) li seranserê Elmanyayê dirûşma "Mach dich stark mit uns! (Bi me re bi hêz bibe)” 1’ê Gulanê roja yekîtî, hevgirtin û têkoşîna navneteweyî ya çîna karkeran bi coş pîroz kir.
 
Ji bilî sendîkayan, rêxistinên li Ulmê yên wekî ADHF, AGÎF, AKM, ATÎF, FED-GEL, çalakvanên DEM, DÎDF, Cultura, Navenda Çandê ya Tohum, AJK, Partiya SOL (TR), Umweltgewerkschaft, MLPD, InterBundnis, Die Linke, SPD, The Greens, Rebell, InterBündnis û gelek saziyên din 1’ê Gulanê bi coş pîroz kirin. Ciwan û jinan ên rêxistinan jî bi al û pankartên xwe cihê xwe li qadê girtin. Bi tevahî du hezar kes beşdarî meş û mîtîngê bûn.
 
Standên xwarin û agahdariyê yên li qada mîtîngê hatine danîn jî eleqeyek mezin dîtin.