
Polîsan êrîşî girseyê kir:Zêdetirî 400 kes hatin binçavkirin
- 18:02 1 Gulan 2025
- Rojane
STENBOL- Polîsan di 1’ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê de bi tundî êrîşî karker, xwendekar û rêxistinên demokratîk ên ku dixwestin bimeşin Qada Taksîmê kirin. Zêdetirî 400 kes hatin binçavkirin.
Qada Taksîm a ku bûye sembola têkoşîna karkeran, îsal jî ji karkeran re hate qedexekirin. Polîsan bend danîn û bi tundî êrîşî komên ku ji Şîşliyê ber bi Taksîmê ve dimeşiyan kirin.
Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, hejmara kesên ku di êrîşa polîsan a ku tevahiya rojê dom kirin de hatine binçavkirin 400 kesan derbas kiriye.
Hat zanîn ku di nav kesên hatine binçavkirin de 9 parêzer hene. Hate hînbûn ku parêzerên hatine binçavkirin endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ne.